Li Reqayê zêdeyî 300 mayn hatin bê bandorkirin

Tîma Teqemeniyan a girêdayî Hêzên Ewlkariya Hindirîn a Reqayê di navbera 24 û 26 Tîrmehê de miqdarek mezin ji madeyên teqemeniyê yên ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê bê bandor kirin.

Li Reqayê zêdeyî 300 mayn hatin bê bandorkirin
Li Reqayê zêdeyî 300 mayn hatin bê bandorkirin
Li Reqayê zêdeyî 300 mayn hatin bê bandorkirin
27 tîrmeh, 2018   15:34

REQA

Di dema ku çeteyên DAIŞ‘ê bajarê Reqayê dagir kiribûn de, li pey xwe mayîn û bombe hiştibûn. Ev yekî jî xeterî li ser jiyana sivîlan dikir.

Tîma Teqemeniyan a Hêzên Ewelkariya Hindirîn a Reqaya di navbera rojên 24 û 26 Tîrmehê de, miqdarek mezin ji mayîn û teqemeniyên çeteyan bê bandor kirin.

Li gorî pisporê teqemeniyan û berpirsê tîmê di nava du rojan de 300 mayîn ji (Lêser, dijî mertalan, ferî û hwd) fûzên herêmên û topên hawnê ku li cihên hesas hatibûn bi cih kirin bê bandor kirin.

(bb)

ANHA