Li Serdeştê 2 kolber birîndar bûn

Pastarên Îranê li ser sînorê Rojhilat-Başûrê Kurdistanê gule li ser kolberan reşandin, 2 kolber birîndar bûn.

Li Serdeştê 2 kolber birîndar bûn
27 tîrmeh, 2018   14:29

NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî agahiyên hatin girtin, li nêzî gundê Doletû yê girêdayî bajarê Serdeşt ê Ûrmiyê pastarên Îranê gule li kolberan reşandin.

Di encama gule reşandinê de du kolberên yek 25 salî û yê din 15 salî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku rewşa kolberan giran û rakirine nexweşxanaeya naveya Qelediz a girêdayî Silêmaniyê.