Şêniyên Dirbêsiyê şehîdekî xwe oxir kirin

Bi dehan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hemîd El-Mihemed ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, li Goristina Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê hate oxirkirin.

Şêniyên Dirbêsiyê şehîdekî xwe oxir kirin
Şêniyên Dirbêsiyê şehîdekî xwe oxir kirin
Şêniyên Dirbêsiyê şehîdekî xwe oxir kirin
Şêniyên Dirbêsiyê şehîdekî xwe oxir kirin
27 tîrmeh, 2018   14:16

HESEKÊ

Welatiyan cenza ji navenda Meclisa Mablatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ku bi dehan erebeyan pêk dihat û bi wêneyên şehîdn û çîçekan hatibûn xemilandin ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê ve birin.

Li goristanê, deqeyeke rêz hate girtin, Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebdullah sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ku şehîd, şehîdên azadî û gelan e.

Semer anî ziman ku saya xwîna şehîdan aramî li herêmê pêk hat.

Piştî axaftina Hevseroka Kantona Cizîrê, wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Welatiyan cenaze di nava diruşmeyan de spartin axê.

ANHA