Gundewarên Dêrazorê têne paqijkirin

Komîteya Xizmetguzarî û şaredariyan di bin çavdêriya Meclisa Sivîl a Dêrazorê de bi armanca rakirina sergoyê ji rêyên gundewarên rojhilat û rojavayê bajarê Dêrazorê, dest bi hemleya paqijiyê ya bi navê "Hemleya Firatê" kir.

Gundewarên Dêrazorê têne paqijkirin
Gundewarên Dêrazorê têne paqijkirin
27 tîrmeh, 2018   07:44

DÊRAZOR

Alavên paqijyê dest bi rakirina sergoyê (çop) û bermahiyên xirakirinê ku ev 7 sal e hatiye paşguhkirin, kir. Ji ber vê yekê rê hatin girtin, şêniyên herêmê jî ji ber vê yekê gelek zehmetiyan dibînin û nexweşî belav dibin.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê û komîteyên xizmetguzariyê di civîna xwe de û bi awayekî lez dest bi amadekariyên projeya "Hemleya Firatê" kir.

Piştî civînê projeya paqijkirinê li gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê dest pê kir. 2 treks, 4 kamyon, 4 sarîcên avê û 15 traktor ji bo rakirina çopê her wiha 92 karker tev li hemleyê bûne. Hemle ji gundê El-Cenîna yê gundewarên rojavayê bajêr destpê kir û dê heta herêma El-Cezrat berdewam bike.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê cihek li çolistanê diyar kir da ku çop lê were komkirin. Li wê derê kortalek bi kûrahiya 15 metreyan hate kolandin da ku çop têde were veşartin û ji bo ku nexweşî jî belav nebin.

Her wiha meclisê 197 selikên çopê û 47 erebeyên biçûk ji bo komkirina çopê diyar kirin.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û berpirsê projeya paqijkirinê Yasir El-Ewad got ku ev çend roj e wan dest bi paqijkirinê kiriye û dê 5 mehan berdewam bike.

Wekî ku hate zanîn 282 hezar dolar ji bo vê projeyê hatiye diyarkirin.

Ji destpêkê ve ku gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hemû hêza xwe xizmeta şêniyên herêmê dike.

(bx/ew)

ANHA