Li  kampa El-Erîşê pirsgirêka avê çareser bû

Bi armanca peydakirina avê ji koçberên kampa El-Erîşê re ku ji ber kêmbûna avê zehmetî dikişandin, rêveberiya kampê bi koordîneya hejmarek ji rêxistinên ku di nav kampê de dixebitin, 3 bîr kolandin.

Li  kampa El-Erîşê pirsgirêka avê çareser bû
Li  kampa El-Erîşê pirsgirêka avê çareser bû
Li  kampa El-Erîşê pirsgirêka avê çareser bû
Li  kampa El-Erîşê pirsgirêka avê çareser bû
Li  kampa El-Erîşê pirsgirêka avê çareser bû
Li  kampa El-Erîşê pirsgirêka avê çareser bû
27 tîrmeh, 2018   08:15

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Bi bilindbûna pileya germahiya herêmê re di van demên dawî de û ji ber kêmbûna ava sahrîncan ku têra pêwîstiyên koçberên kampa El-Erîşê nedikir, rêveberiya kampê bi koordîneya hin rêxistinan û li ser daxwaza koçberan û bi armanca peydakirina pêwîstiyên koçberan ên rojane ji bilî ava vexwarinê ya ku bi rêya sahrîcan li kampê belav dibe, 3 bîr kolandin.

Ji bo gihandina av ji bîran heta kampê, koçber alîkariya rêveberiya kampê kirin û ji bo av bigihîje hemû koçberan xetên avê kolandin.

Beriya vê koçberên kampê bi rêya ajansa me (ANHA), ji ber kêmbûna avê li kampê rexneyên xwe anîbûn ziman.

Piştî bicihanîna daxwazên koçberan û vekirina xetên avê, koçberê bi navê Xelef El-Wekaa yê ku ji şêniyên Dêrazorê ye got: "Me ji ber kêmbûna avê di şûştina cilan de zehmetî dikişand ji ber ku me ava vexwarinê ji bo şûştinê bi kar dianî. Lê piştî kolandina bîran, dê tu kêmasî di ava vexwarinê de nemîne, ji ber ku koçber dê ava bîran di şûştina cil û bicihanîna pêwîstiyên xwe yên rojane de bi kar bînin.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Ehmed El-Elî got ku sahrîcên avê rojane depoya ava kampê bi 100 lître av tijî dike, lê ew têra tiştekî nake û alozî di navbera koçberan de çêdibin. Lê ev gav dê van pirsgirêkan çareser bike.

Ji aliyê xwe welatiya bi navê Esmaa El-Zayid li ser kolandina xetên avê axivî û wiha got: "Me ev xetên avê bi armanca gihandina ava bîran ji kampê re kolandin. Ji ber kêmbûna avê gelek nexweşî di nav kampê de belav bûn û her wiha ava vexwarinê jî kêm bû."

(şx/ew)

ANHA