Dikaneke biçûk çanda kevn ji windabûnê diparêze

Ehmed Hemze ji ber hezkirina wî ji çanda kurdî re, terwendeyên gelêrî yên kurdan berhev kirin û dikaneke biçûk jê re vekir.

Dikaneke biçûk çanda kevn ji windabûnê diparêze
Dikaneke biçûk çanda kevn ji windabûnê diparêze
Dikaneke biçûk çanda kevn ji windabûnê diparêze
Dikaneke biçûk çanda kevn ji windabûnê diparêze
Dikaneke biçûk çanda kevn ji windabûnê diparêze
27 tîrmeh, 2018   07:36

OLVA HAC MENSÛR-NESRÎN ELÎ / HESEKE

Di dikana xwe ya biçûk de Ehmed Hemze terwendeyên çanda kurdî kom kirin. Her yek ji wan çîrokeke xwe ya şadî yan jî xemgîniyê heye. Neviyan ji zimanê bav û kal û pîran veguhastine.

Hemze aşiqê çanda kurdî û hezkiriyê huneran e ku bi baldarî bi rêya karên destan hatine veguhastin.

Ehmed Hemze, ji ber pergalên desthilatê ku çewisandinek nîjadî û çandî der heqê gelê kurd dimeşîne, tirsî ku çanda kurdî winda bibe. Lewre Hemze di pîşeya xwe de ji bo parastina kesayeta kurdî stargehek dît.

Hemze di nav 5 salan de perçeyên terwende wekî alavên ku çêkirina wan li herêmên kurdî tên naskirin berhev kirin û dikana xwe pê xemiland heta dikan bû wekî maleke kurdî ya kevn.

Ji terwendeyên ku di dikanê de bala mirov dikişînin: Biharatkut, tizbî, ûtiyên cilan ên ku bi rejiyê dixebitin, destar, xalîçeyên ku bi nolên kevn hatine çêkirin.

Her wiha cihên ku Hemze terwende jê kom kirine: Kantona Cizîrê, başûr û bakurê Kurdistanê û her wiha herêmên Rojava jî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku herêmên Rojhilata Navîn şereke çandî lê heye û di çarçoveya rêkeftinên dewlet û desthilatên serwer de gelên herêmê hedef digire. Yên wekî van pişkdariyên çandî her çi qas biçûk û kêm bin jî lê ji bo parastina çandek resen ji koka şaristaniyê mînakek e.

(şx/ew)

ANHA