Çekjîn Efrîn 22 salên têkoşînê bi şehadetê tacîdar kirin

Têkoşer Zehredîn Elî (Çekjîn Efrîn) li ser riya azadiyê 22 salan li ber xwe da û gihîşt asta şehadetê.

27 tîrmeh, 2018   04:20

ŞÎNDA EKREM / HESEKÊ

Têkoşer Zehredîn Elî (Çekjîn Efrîn) di nava hevalên xwe de cîwaz bû û ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. Di xebatên şoreşê de pêşeng bû û li ser riya azadiya gelê xwe têkoşiya û gihîşt asta şehadetê.

Têkoşer Zehredîn Elî (Çekjîn Efrîn) di sala 1975'an de li navçeya Mabeta ya Efrînê ji dayîk dibe û di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Di salên 80'yî ya sedsala borî de kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike û beşdarî nava xebatên têkoşînê dibe. Malbata têkoşer Çekjîn ji xebatên çandiniyê debara xwe werdigirtin. Têkoşer Çekjîn dibistana xwe ya seretayî li navçeya Mabeta temam dike û piştre li rex malbata xwe koçî bajarê Helebê dibe û li vir xwendina xwe ya navendî temam dike.

Têkoşer Çekjîn li rex xwendina xwe ji bo alîkariya malbata xwe bike di gelek fabrîkeyan de dixebite.

Têkoşer Çekjîn di xwendina xwe de her tim serkeftî bû û di nava hevalên xwe de bi rûkeniya xwe dihat nasîn.

Têkoşer Çekjîn li bajarê Helebê gelek kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike û ji ber siyasetên rêjîma Baasê bi awayekî veşartî beşdarî nava kar û xebatên Tevgera Rizgariyê dibe û ji ber hezkirina wî ji çand û hunerê re gava xwe ya destpêka têkoşînê di nava çalakiyên çandî û hunerî de digire û şahiyên gelêrî organîze dike.

Der barê kesayeta têkoşer Çekjîn de xwîşka wî Roksan Elî axivî û got ku têkoşer Çekjîn xwedî teybetmendiyeke cîwaz bû û ji aliyê hemû heval û xizmên xwe ve dihat hezkirin û wiha bi bîr anî: "Di destpêka xebatên xwe de alîkariya kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê yên ku bi zimanê Erebî nedizanîn dikir û dosye û kovarên bi zimanê Erebî ji wan re wergerî zimanê Kurdî dikirin." Dayîka têkoşer Çekjîn Meryem Ebdo jî got ku têkoşer Çekjîn gelek caran pirtûkên siyasî dikiriyan û dixwendin.

Têkoşer Çekjîn di sala 1992'an de beşdarî perwerdeyeke Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a perwerdehiya fikrî û leşkerî dibe û li ser destên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerdeya xwe dibîne.

Têkoşer Çekjîn piştî sê mehan ku perwerdeya xwe bi dawî dike vedigere malê û ji malbata xwe xatir dixwaze û di sala 1993'an de beşdarî nava xebatên leşkerî yên Gerîllayan dibe û berê xwe dide çiyayên azadiyê.

Hevaleke têkoşer Çekjîn a bi navê Nûjîn Dêrik hin bîstikên ku wan bi hev re jiyan kirine bi bîr anîn û wiha got: "Min di sala 2005'an de şehîd Çekjîn nas kir û em demeke kurt bi hev re man. Şehîd Çekjîn jêdera moralan bû  û di paşerojê de xwedî nêrîneke dagirtî bû. Çiyayên Kurdistanê, Cûdî, Gabar, Desta û Herekol şahidê têkoşîna wî li dijî hovîtiya dijminê Tirk in."

Hevalekî têkoşer Çekjîn ê bi navê Delîl Koyî behsa lehengiya têkoşer Çekjîn kir û got ku di serdema herî dijwar a ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê têre derbas dibû, têkoşer Çekjîn di çalakiyên leşkerî yên li dijî artêşa Tirk her tim li pêş bû û di pilankirin û xweparastinê de jî cîwaz bû.

Serhed Agirî ku ew jî hevalekî têkoşer Çekjîn bû diyar kir ku coşa têkoşer Çekjîn gelekî zêde bû û bi rihekî berpirsyar tevdigeriya û ji aliyê hemû hevalan ve dihat hezkirin û ti carî lawaztî nas nedikir.

Piştî ku pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê şoreşa xwe dest pê kirin û dest bi rizgarkirina herêmên xwe ji rêjîma Baasê kirin û xwe birêxistin kirin, nemze avakirina hêzeke leşkerî ji bo xweparastinê û parastina destkeftiyên şoreşê. Di wê demê de têkoşer Çekjîn bi coş nûçeyên şoreşê dişopandin û ji fermandariya xwe xwest ku vegere Rojava û beşdarî şoreşê bibe.

Têkoşer Çekjîn di sala 2013'an de berê xwe dide Rojava û beşdarî şoreşê dibe û piştî 22 salan ji têkoşîna li dijî artêşa Tirk li çiyayên Kurdistanê beşdarî nava xebatên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibe.

Beşdarbûna têkoşer Çekjîn a nava xebatên YPG'ê xwedî bandoreke mezin bû, nemaze ji ber ku di xebatên xwebirêxistinkirin û pilankirinên leşkerî de pispor bû. Têkoşer Çekjîn di nava YPG'ê de jî bi sedan ciwan û jinên ciwan perwerde kirin.

Piştî ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li dijî herêmên Dêrik, Til Koçer, Çilaxa û gelek deverên din zêde bûn, têkoşer Çekjîn soz da ku dê giştî herêmê ji çeteyan rizgar bikin û dê herêmê veguherin gora çeteyan.

Bi armanca alîkariya bi komeke YPG'ê re ku li eniya gundên Yûsifiyê û Sefa li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dida, têkoşer Çekjîn berê xwe dide eniya berxwedanê û piştî berxwedaneke bê hempa ku di encamê de êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hate şikandin, têkoşer Çekjîn di 27'ê Tebaxa 2013'an de gihîşt asta şehadetê.

ANHA