Li Ramelayê îsraîleyek hate kuştin û du jî birîndar bû

Hate ragihandin ku başûrê rojhilat bajarê Ramelayê bi êrîşa bi kêrê ji aliyê du ciwanên filistînî ve îsraîliyek hate kuştin û 2 jî birîndar bû. Hêzên Îsraîlê gule li êrîşkaran reşand, yek ji êrîşkar hate kuştin û yê din reviya.

Li Ramelayê îsraîleyek hate kuştin û du jî birîndar bû
26 tîrmeh, 2018   20:36

XEZA

Li gorî agahiyên çavkaniyên Filistînê dane, du ciwanên filistînê li nişteciha Adem a dikeve başûrê rojhilatê bajarê Ramelayê bi kêrê êrîş îsraîliyan kir, îsraîliyek hate kuştin û 2 birîndar bûn.

Çavkaniyan ragihandin ku hêzên Îsraîlê gule li êrîşkaran reşand, yek hate kuştin û yê din jî birîndar bûn.

Hêzên Îsraîlê piştî bûyerê cih dorpêç kirin û rê girtin.

(bb)

ANHA