ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-07-2018
27 tîrmeh, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Şêniyên Serêkaniyê du şervanên YPG‘ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li Mezara Şehîdan oxir dikin. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Qamişlo şehîdan êrîşa 27‘ê Tîrmeha 2016‘an li cihê teqînê li taxa Xerbî bi bîr tînin. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspî û oldarên herêma Dêrikê tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û bi kiryarekî derheqê mirovahiyê û gelên aştîxwaz bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêlaya ku di êrîşa hovane ya 27‘ê Tîrmeha 2016‘an a bajarê Qamişlo de birîndar dibe û 8 ferdên malbata xwe winda dike, ji şîn û xemgîniyê re teslîm nebû, zarokên birayê xwe xwedî dike û wesyeta bavê xwe bi cih tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwendekarên Akademiya Tenduristiyê ya Rojava yên ku beşdarî Duyemîn Konferansa Navnetewî ya Polîtîkeya Perwerdeya Tenduristiyê bûne destnîşan kirin ku ew ê sîstema rasteqîn a tenduristiyê bi cîhanê re bidin naskirin û hewl bidin rêgeza şaş a pîşeya bijîşkatiyê ku di encamên sîstemen kapîtalîzmê de veguheriya bazirgahiyê ji holê rakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Hemû bajarên Sûriyeyê veguherîn stasyonên girêdestên navnetewî û her dewletekê herêmek ji herêmên Sûriyeyê bi dest xwe ve anî. Di vê çarçoveyê de herêma Idlibê veguherî spartgeha hemû tabûr û komên çekdar ên ku dewleta Tirk çêkirine û alîkariya wan a madî û leşkerî dike da ku serweriya xwe li ser van herêman ferz bike û bi alîkariya Rûsyayê dagirkeriya wan a leşkerî û siyasî bike. (BI WÊNE).

PORTRA

- Têkoşer Zehredîn Elî (Çekjîn Efrîn) di nava hevalên xwe de cîwaz bû û ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. Di xebatên şoreşê de pêşeng bû û li ser riya azadiya gelê xwe têkoşiya û gihîşt asta şehadetê. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Endamê Komîteya Giştî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Fethullah Hiso got ku, Tirkiyê bi riya Hevpeymana Milî hewl dide gelê Kurd îmha bike û destînşan kir ku divê hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê sînorekî ji zêdegaviyên dewleta tirk re deyene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Çalakiyên ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê yên li deriyê Sêmalkayê dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Di navbera Hemza Mihemed û çanda Kurdî de girêdaneke xurt heye, li ser vê yekê dukaneke biçûk vedike, tê de hemû parçeyên kevneşopiyê berhev dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo piştî ku hin ji daxwazên cotkaran bi cih hatin çandiniya pembo û zebze ji nû ve geş dibe. Li navçeyê 12 hezar û 251 donim erd bi pembo û zebzeyan hate çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber kêmbûna ava sarîcan têra koçberên li kampa Erîşayê nake rêveberiya kampê 3 bîr li kamp koland. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Poma Reqa Semra û Hemrat a bajarê Reqayê ji ber ku gelek parçeyên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatin dizîn sekinî, ji ber vê yekê nêzî 60 hezar donim zeviyê çandinî bê av maye. Cokarên herêmê jî banga aliyên têkildar dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA