Idlib.. stasyona girêdestên navneteweyî li ser axa Sûriyeyê ye

Hemû bajarên Sûriyeyê veguherîn stasyonên girêdestên navnetewî û her dewletekê herêmek ji herêmên Sûriyeyê bi dest xwe ve anî. Di vê çarçoveyê de herêma Idlibê veguherî spartgeha hemû tabûr û komên çekdar ên ku dewleta Tirk çêkirine û alîkariya wan a madî û leşkerî dike da ku serweriya xwe li ser van herêman ferz bike û bi alîkariya Rûsyayê dagirkeriya wan a leşkerî û siyasî bike.

Idlib.. stasyona girêdestên navneteweyî li ser axa Sûriyeyê ye
27 tîrmeh, 2018   05:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Bajarê Idlibê li bakurrojavayê Sûriyeyê dikeve û 60 km dûrî bajarê Helebê ye û 132 km dûrî bajarê Laziqiyê ye û ji paytexta Sûriye Şamê ve jî 330 km dûr e. hejmara welatiyên parêzgeha Idlibê li gorî serjimariya sala 2010'an 2 milyon kes in û ji pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan pêk tê. Parêzgeha Idlibê ji aliyê sînorên Tirkiyeyê ve dergeha bakurrojavayê Sûriyeyê ye û di aliyê îdarî de dabeşî 5 herêman dibe ew jî ev in: "Idlib, Erîha, Miharêt Nuhman, Cisir Şixor û Harim"

Idlib û şoreşa Sûriyeyê

Parêzgeha Idlibê di sala 2011'an de yek ji parêzgehên yekemîn ên Sûriyeyê ku welatiyên wê beşdarî xwepêşandanên li dijî rêjîma Baasê bûye û di destpêka sala 2012'an de yekemîn parêzgeha ku çek li dijî rêjîma Baasê rakir û di encamê de gelek bajarok û deverên parêzgehê ji bin serweriya rêjîma derketin û Artêşa Azad a girêdayî opozîsyona Sûriyeyê serweriya xwe li van deveran ferz kir.

Li bajarê Idlibê gelek hêz û tabûrên çekdar di navbera salên 2012'an û 2015'an de hatin avakirin. Di destpêkê de "Artêşa El-Fetih" ku alîkariya xwe ji Tirkiye û Qeterê werdigirt hate avakirin. Artêşa El-Fetih di wê demê de ji gelek tabûran pêk dihat û ew jî ev bûn: "Ehrar El-Şam, Cebhet El-Nusra, Cund El-Eqsa, Artêşa Sunniyan, Feyleq El-Şam, Tugaya El-Heq û Ecnad El-Şam". Piştî çend mehan ji pevçûnên di navbera van komên ku alîkariya xwe ji Tirkiye û Qeterê werdigirtin û hêzên rêjîma Sûriyeyê de karibûn serweriya xwe li giştî bajarê Idlibê ferz bikin.

Pevçûnên di nava tabûrên çekdar ên bajêr de

Piştî ku van tabûran serweriya xwe li ser bajêr ferz kirin, gelek şer û pevçûn di navbera Artêşa El-Fetih, Cebhet Fetih El-Şam û Cebhet El-Nusra de rû dan di encamê de gelek tabûr beşdarî nava tabûra "Tevgera Ehrar El-Şam" bûn û tabûra "Cund El-Eqsa" jî xwe ji Artêşa El-Fetih vekişand û li Idlibê hate tunekirin û rê ji endamên wê re hate vekirin da ku beşdarî nava çeteyên DAIŞ'ê li herêmên din bibin.

Di dema piştî derketina opozîsyonê ji rojhilatê Helebê mezintirîn tabûra opozîsyonê "Tevgera Ehrar El-Şam" ji hev ket, piştî ku hêzeke di nava wê de di bin navê "Artêşa El-Ehrar" jê cûda bû û beşdarî nava "Heyet Tehrîr El-Şam" ku ji aliyê Cebhet Fetih El-Şam ve hatibû avakirin, bû. Gelek tabûrên parêzgehê yên weke "Feyleq El-Şam, Hêza Yekemîn a Beravê, Artêşa El-Nixbê, Artêşa Idlib a Azad, Artêşa El-Nesir, Artêşa El-Ehrar" biryar dan û di bin navê "Eniya Niştimanî ya Rizgariyê" de yekîtiya xwe ava kirin.

Tirkiyeyê bi destwerdana xwe di Sûriyeyê de riya şoreşê li Idlibê guhert

Dewleta Tirkiyeyê alîkariya komên terorîst ên li Idlibê di bin navên cûda de kir û bi riya dergehên sînorî alîkariya wan a çek û cebilxaneyê peyda kir. Tirkiyeyê her wiha di 24'ê tebaxa 2016'an de li herêmên Cerablûs û Babê di bin navê "Mertala Firatê" de tabûrên çekdar ava kirin. Artêşa Tirk bi hevkariya çeteyên Mertala Firatê bajarê Cerablûsê û gundewarê wê ji çeteyên DAIŞ'ê wergirt û piştre devera di navbera bajarên Ezaz û Çoban Begê de dagir kir. Di 17'ê cotmeha 2016'an de çeteyên ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirtin derbasî bajaroka Dabiq bûn û piştre berê xwe dan bajarê Babê û dagirkeriya xwe li vir jî ferz kirin.

Piştî dagirkeriya Tirkiyeyê li hin herêmên Sûriyeyê alîkariya xwe bi tabûrên Artêşa Azad re li herêmên Sûriyeyê zêde kir û evan tabûr ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe di Sûriyeyê de bikar anîn, nemaze ji ber ku çavbirçîbûna Tirkiyeyê ne tenê Cerablûs û Babê bû û bi hevkariya van çeteyan dagirkeriya xwe li herêma Efrînê û gelek deverên girêdayî bajarê Helebê jî ferz kir.

Artêşa Tirk li gundewarê Helebê nikaribû ber bi Efrînê ve were, ji ber ku hebûneke Rûsya li vê herêmê hebû. Di encamê de Tirkiyeyê girêdesteke bi Rûsyayê re îmze kir û li ser vê yekê Rûsya û Îran û Tirkiyeyê di lûtkeyeke Astana de li hev civiyan û herêmên Sûriyeyê li hevûdu parvekirin.

Civîna Astana hevpeymana derbasbûna artêşa Tirk li Idlibê ye da ku xalên çavdêriyê li deverên sînor ava bike

Dewletên misogerkar ên xeta Astana (Rûsya, Tirkiye û Îran) di 15'ê îlûna 2017'an de li hev civiyan. Di vê civînê de van aliyan li gorî hevpeymana Gulana 2017'an lihev kirin ku herêma kêmpevçûn li parêzgeha Idlibê ava bikin. Hevpeyman di dawiya toreya şeşemîn a danûstandinên Astana ya der barê aloziya Sûriyeyê de pêk hat.

Van hersê dewletan li hev kirin ku xalên çavdêriyê li Idlibê bêne avakirin da ku agirbesta di navbera opozîsyon û hêzên rêjîmê de pêk bînin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di wê demê de bi daxuyaniyekê ragihand ku çavdêrên hersê dewletan dê li xalên çavdêriyê belav bibin û dê çavdêriya herêmên kêmpevçûn li Idlibê ya di bin serweriya komên qaşo opozîsyonê de ye bikin. Her wiha diyar kir ku erka wan ew e ku rê li pêşiya pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û opozîsyonê de bigirin. Di encamnameya danûstandinan de herêmên kêmpevçûn hatin diyar kirin û weke tedbîreke demkî heta şeş mehan ku dibe were dirêjkirin hate destgirtin.

Piştî hevpeyaman Astana dewleta Tiriyeyê hêza xwe li ser sînorên bi Sûriyeyê re belav kirin û ragihand ku tabûrekî artêşa Tirk ku ji 80 panzêran pêk dihat gihîşt ser sînorên Sûriyeyê. Ev hêza Tirkiyeyê li devera "kampa kevin" a nêzî bajarê Rihaniyê ya li hemberî dergeha sînorî ya Bab El-Hewa bi cih bû.

Piştre dewleta Tirk hêzên xwe li xalên çavdêriyê yên gundewarê Idlibê belav kirin ku beriya wê xalên çavdêriyê li gundewarê rojavayê Helebê hatibûn avakirin û wiha tên binavkirin:

·        Xala yekemîn: li Salwa a gundewarê rojavayê Helebê li nêzî bajaroka Atma ku serweriya Efrînê dike.

·        Xala duyemîn: Çiyayê Şêx Berekat li nêzî bajaroka Darazê (Daritizzê) a gundewarê rojavayê Helebê.

·        Xala sêyemîn: Şêx Eqîl a li çiyayê Seman a li gundewarê rojavayê Helebê.

·        Xala çaremîn: Til El-Îs a gundewarê başûrê Helebê.

·        Xala pêncemîn: Til El-Tofan a rojavayê bajaroka Ebû Zihûr a gundewar rojhilatê Idlibê.

·        Xala şeşemîn: Embarxaneyên El-Serman a girêdayî bajaroka Meharêt Nuhman a gundewarê başûrê Idlibê.

Herêma ku tabûrên leşkerî jê derketine û yên weke wan derbasî wê bûne 'Idlib' e

Di gulana 2014'an de tabûrên qaşo xwe bi opozîsyonê bi nav dikin, piştî du salan ji dorpêçê razî bûn ku ji navenda xwe ya taxa kevnar a bajarê Humisê ku weke "paytexta şoreşê" tê pênasekirin, derbikevin. Ji destpêka sala 2011'an ve, ev hevpeyaman yekemîn di navbera rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de bû û di nîvê meha Adarê heta Gulana 2017'an bi hezaran sivîl ji taxa El-Wehir a bajarê Humisê derketin û vê yekê hişt ku rêjîm karibe serweriya xwe li ser giştî parêzgeha Humisê ferz bike.

Di tebaxa 2016'an de tabûrên opozîsyonê ji Dareya a parêzgeha gundewarê Şamê li gorî hevpeymanekê derketin û çekdarên opozîsyonê li rex malbatên wan ber bi parêzgeha Idlibê ve hatin şandin û artêşa Sûriyeyê serweriya xwe li ser Dareya ferz kir.

Piştî dorpêçeke hişt û êrîşeke dijwar bi bermîlên teqemenî û fûzeyan û êrîşên ezmanî li dijî taxên rojhilatê bajarê Helebê artêşa rêjîmê di kanûna 2016'an de serweriya xwe li ser giştî bajarê Helebê duyemîn mezintirîn bajarên Sûriyeyê ferz kir. Piştre bi hezaran leşkerên opozîsyonê û welatiyên sivîl li gorî hevpeymaneke di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de ji bajêr hatin derxistin.

Li Xota El-Şerqiyê piştî çalakiyeke leşkerî ku çend hefteyan li ber xwe da, rêjîma Sûriyeyê û hevkarê wê Rûsyayê hevpeymana derxistina tabûrên Opozîsyonê pêk anîn û di encamê de bêtirî 46 hezar kes ku çaryek ji wan çekdar in gihîştin Idlibê. Her wiha bi hezaran endamên Artêşa El-Îslam û sivîlên bajarê Doma ber bi gundewarê bakurê Helebê ve hatin şandin.

Di Gulana 2017'an de rêjîmê hevpeymana "lihevhatinê" li taxên Berzê, Qabûn, Tişrîn ên bajarê Şamê ku di bin serweriya opozîsyonê de bûn pêk anî. Li gorî vê hevpeymanê jî bi hezaran sivîl û çekdar ber bi Idlibê ve hatin şandin û di encamê de rêjîmê karibû serweriya xwe li ser giştî bajarê Şamê ferz bike.

Di Nîsanê de jî hêzên rêjîmê bajaroka Dimêr vegerand û di 10'ê gulanê de jî bajaroka Yelda û di 21-22'ê Gulanê de bajarokên Babîla, Bêt Sehim, Muxeyem Yermûk vegerandin.

Di 15'ê Tîrmeha Îsal de bi sedan çekdar û malbatên wan ji bajarê Deraa ya başûrê Sûriyeyê ber bi Idlibê ve hatin şandin. Li gorî hevpeymanê asayîşa Rûsya dê li derdora Deraa belav bibe û asayîşa rêjîma Sûriyeyê jî dê serweriya xwe li ser dergeha Nesîb ferz bike. Çalakiyên valakirina herêmê ji çekdaran hêjî berdewam dike.

Serjimariya dawî ya komên çekdar di Idlibê de

Li parêzgeha Idlibê hejmarekî mezin ji tabûrên çekdar hene û piştî çalakiyên valakirina herêmên Sûriyeyê ji çekdarên opozîsyonê bi riya hevpeymanên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ev hejmar zêdetir bû. Li gorî serjimariyên dawî tabûrên li parêzgeha Idlibê bi cih bûne ev in:

Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî: hejmara çekdarên wê 15 hezar çekdar in û piraniya wan Sûrî ne. gelek buroyên wê yên siyasî, çapemenî û xizmetguzarî li Idlibê hene û çavdêriya xwe li ser dergeha sînorî ya Bab El-Hewa dike.

Tevgera Ehrar El-Şam yek ji hêzên opozîsyonê ye û di çarçoveya şoreşa Sûriyeyê de û di encama yekîtiya 4 tarbûrên îslamî yên radîkal de "Tabûrên Ehrar El-Şam, Tevgera Fecir a Îslamî, Koma Pêşengtiya Îslamî û tabûrên El-Îman a Şerker" hate avakirin.

Feyleq El-Şam: hejmara çekdarên wê 8 hezar çekdar in û buroyên wê yên siyasî û çapemenî li Idlibê hene û beşekî wê girêdayî Artêşa Azad e û ala artêşa azad li rex ala xwe ya taybet radike. Ev hevbendiyeke ku ji komên îslamî pêk tê û bi armanca xurtkirina hêza îslamiyan di şerê çekdarî yê Sûriyeyê de hatiye avakirin. Ev hevbendî di navbera 19 komên cûda de hate avakirin. Hin ji van koman beriya wê girêdayî "Koma Ixwan Mislimîn" a Sûriyeyê û "Desteya Mertalên Şoreşê" ne.

Artêşa El-Mucahidîn: hejmara çekdarên wê nêzî hezar çekdaran e û tenê buroyeke wê ya çapemeniyê li Idlibê heye û ala Artêşa Azad li rex ala xwe ya taybet radike. Ev jî koalîsyoneke di navbera komên îslamî de ye û li dijî rêxistina DAIŞ'ê hatiye avakirin. Vê komê Dewleta Îslamî tewan bar kir ku aramiya li herêmên ji bin destên rêjîma Sûriyeyê derketine tevlîhev dike.

Fursan El-Heq: rêxistinek e di sala 2012'an de hatiye avakirin û hejmara çekdarên wê nêzî 2 hezar çekdar in û ew tabûrekî Artêşa Azad e û li bajaroka Kefer Nubol bi cih dibe.

Tabûra Kombûna Isteqêm Kema Umêrt: 2 hezar çekdarên wê hene û ala Artêşa Azad li rex ala xwe ya taybet radike.

Siqûr El-Şam: nêzî 6 hezar çekdarên wê hene. Ev tabûr li rex Artêşa Azad şer dike.

Artêşa Sunniyan: nêzî 2 hezar çekdarên wê hene û li gundewarê rojavayê Helebê û gundwarê Idlibê bi cih bûne.

Rêxistina Fetih El-Şam: navekî nû yê çeteyên Cebhet El-Nusra ye û hejmara çekdarên wê nêzî 6 hezar çekdar in. Hin ji çekdarên wê xwedî nasnameyên biyanî û Erebî ne.

Tugaya El-Heq: nêzî 2 hezar çekdarên wê hene û li bajaroka Seraqib a gundewarê Idlibê bi cih dibin û ji rêxistina Fetih El-Şam ve nêzîk e.

Tabûra Cind El-Eqsa: 1000 çekdarên wê hene û di van demên dawî de beşdarî nava Fetih El-Şam bû û ew ji çeteyên DAIŞ'ê ve nêzîk e.

Meclîsa Îslamî ya Sûriyeyê: ev Meclîs ji nêzî 40 Deste û Navendên Îslamî yên Sunniyên hundir û derveyî Sûriyeyê pêk tê û di nava wê de Desteyên Şerhî yên mezintirîn tabûrên îslamî di Sûriyeyê de û serkêşiya wê Usame El-Rîfahî dike.

Idlib.. naveroka têklî û civînên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ye

Tevî agirbesta ku di 4'ê Gulana borî de hatiye ferzkirin, ku gelek aliyan weke "bêdengiya beriya tofanê" bi nav dikin, di van demên dawî de hin guman der barê rewşa paşeroja herêmên bakurê Sûriyeyê de derketin ku êdî tenê di hundirê parêzgeha Idlibê û gundewarê rojavayê Helebê û hin beşên gundewarê bakurê Helebê de sînordar bûye.

Senaryoyên girêdayî paşeroja Idlibê hêjî ne zelal in, bi taybet ti aliyan li dijî ti aliyên din çalakikyeke leşkerî dest pê nekirine. Her wiha hin agahî tên belavkirin ku di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de girêdayî çarenûsa bajarê Idlibê de nakokî derketine. Rûsya ku destewerdana aloziya Sûriyeyê dike eşkere alîkariya ezmanî û bejahî bi rêjîma Sûriyeyê re dike da ku kom û tabûrên terorîst tune bike û êdî ber bi armanca xwe ya dawî ve tê û amadekariya çalakiyeke leşkerî ya mezin li dijî hemû komên çekdar ku ji seranserî Sûriyeyê bi riya hevpeymanan li parêzgeha Idlibê kom kirine, dike.

Girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê ku dest ji gelek herêmên Sûriyeyê ber dane, niha bi riya hevpeymanên bi Rûsyayê re hewl dide herêmên ku niha dagir kirine di destên xwe de bihêle. Dagirkeriya Tirkiyeyê bi riya hebûna xwe li parêzgeha Idlibê hewl dide ber bi gundewarên Helebê ve pêşve biçe ku di demeke borî de dest ji van herêman berda bû.

Êdî çarenûsa parêzgeha Idlibê ku veguherî navenda alozî û dijberiyan li bakurê Sûriyeyê ya di destên Rûsya û Tirkiyeyê de ye. Piştî ku parêzgeha Deraa ya başûrê Sûriyeyê ji komên çekdar hate valakirin, rêjîma Sûriyeyê dê berê xwe bide spartgeha dawî ya komên çekdar ên terorîst di Sûriyeyê de. Eger Tirkiye û Rûsya hevpeymanekê pêk nînin û eger Tirkiye hêzên xwe ji Idlibê venekişîne. Dibe ku giştî herêm li hemberî çalakiyên leşkerî yên mezin rû bi rû bimîne û dawiyê li têkliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bîne.

ANHA