Zarokê 11 salî destê xwe winda kir

Ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ'ê ji bajarê Dêrezorê koçber bû û berê xwe da navçeya Til Koçer a herêma Cizirê. Li vir jî dema li ber pezê xwe bû guleyek ku ji bermahiyên çeteyên Cehbet El-Nusra mabû di destê wî de teqiya û di encamê de kefa destê xwe wida kir.

Zarokê 11 salî destê xwe winda kir
26 tîrmeh, 2018   10:09

QAMIŞLO

 Zarokê 11 salî yê ji malbata El-Bûsî tevlî malbata xwe ji Dêrazorê koçber bû û li bajaroka Til Koçer bi cih bû. li vir ji bo debara xwe ya jiyanî pêk bînin, şivantiya pez dikir. Li vir zarokê 11 salî guleyek doçka dibîne û bê xeteriya wê bizane, pê dilîze. Gule di nava destî wî de teqiya û di encamê de kefa destê xwe winda kir.

Şêniyên herêmê zarokê 11 salî rakirin nexweşxaneyek naveçeya Girkê Legê da ku li wir were dermankirin.

Bermahiyên çeteyên DAIŞ û El-Nusra bûn sedema gelek mirin û astendiyan di nava welatiyên herêmê de. Herî zêde jî zarok ji ber bermahiyên wan dibin qurbanî.

ANHA