Nexweşxaneya niştîmanî ya Tebqayê 5 ambulans wergirtin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Tebqayê 5 ambulans radestî nexweşxaneya niştîmanî ya heremê kirin. 

Nexweşxaneya niştîmanî ya Tebqayê 5 ambulans wergirtin
Nexweşxaneya niştîmanî ya Tebqayê 5 ambulans wergirtin
Nexweşxaneya niştîmanî ya Tebqayê 5 ambulans wergirtin
25 tîrmeh, 2018   11:14

TEBQA

Ambulansên ku hatin radestkirin dê di rewşên awarte de nexweşan veguhêzin nexweşxaneyên bakurê Sûriyeyê yên mîna Kobanê û Qamişlo. Ji ber ku nexweşxaneya niştîmanî ya Tebqayê hê jî nehatiye amadekirin.

Di vê derbarê de hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya bajarê Tebqayê diyar kir ku dê ambulans bi rola xwe ya xizmeta welatiyan rabin û nexweş û birîndaran veguhêzin nexweşxaneyan.

Her wiha rêveberiya nexweşxaneyê ji bo çareserkirina pirsgirêka têkiliya bi telefonan, serlêdan kir ku numareyeke taybet ji bo rewşên awarte çêbe.  

Tê zanîn ku di dema dagirkirina bajarê Reqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê de, hemû xetên telefonê hatin birîn û hin ji binî de hate rûxandin.

(ekîb)

ANHA