Bagera Cizîrê 35 km pêşde çûn

Şervanên Bagera Cizîrê di nava 24 saetên dawî de li bejahiya Dêrazorê 35 km pêşde çûn.

Bagera Cizîrê 35 km pêşde çûn
Bagera Cizîrê 35 km pêşde çûn
Bagera Cizîrê 35 km pêşde çûn
24 tîrmeh, 2018   16:10

EHMED SEMÎR / DÊRAZOR

Pêngava Bagera Cizîrê ya ku ji aliyê QSD‘ê ve bi armanca rizgrkirina bejahiya Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ‘ê hatiye destpêkirina di qonaxa duyemîn de didome.

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngavê de ku di 4‘ê Hezîranê ve destpê kiriye gundewarên başûrê Hesekê bi temamî hate rizgarkirin. Şervanên QSD‘ê niha jî li bejahiya (sehra) rojhilatê Dêrazorê de pêş dikevin.

Di nava 24 saetên dawî de, li herêma newala Rewda şerên giran di navbera çeteyên DAIŞ‘ê û çervanên Pêngava Bagera Cizîrê de qewimîn. Şervanan 35 km pêş de çûn.

Derbarê pêngavê de şervanê QSD‘ê Mihemed El-Abid ji ajansa me re diyar kir, "Di nava 24 saetên dawî de me dirêjahiya 35 km ber bi bajaroka Baxûz ve rizgar kir. Rexmî germê pêngava berdewam e, ta hemû tunekirina DAIŞ û rizgarkirina gel û herêmê."

Li derdora newala Rewda gelek gir hene, çeteyan li hemberî pêşketin şervanên QSD‘ê xwe li giran vedişartin. Di şerê îro de şervanên QSD‘ê çeteyên DAIŞ li newala Rewda şikandin û ew neçarî revê kirin.

Pêngav bi armanca ku bejahî bi bajar, gund û bajarokên nû hatin rizgarkirin, wekî Siwer, Mergeda, Baxûz a li rexê rojhilatê çem girêbide. Bi rizgarkirna bejahiyê re şervanên QSD‘ê herêmên rizgarkirin dorpêç kirine da ku nehêlin çete careke din derbas bibin.

Li aliyekî din jî koordîneya di navbera QSD‘ê û artêşa Iraqê bi armanca ewlekariya sînor berdewam e.

Pêşveçûnên şervanên QSD‘ê li bejahiya rojhilatê Dêrazorê ji 3 aliyan ve berdewam e.

(bb)

ANHA