Li Dêrazor hemleya paqijkirinê

Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Rêxistina Alîkariyê ya Firatê li avahiya meclisê ya herêma Kesra civiyan. Di civînê de hemleyeke paqijkirina herêmên nû ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin hate ragihandin. Hemle dê nêzî 5 mehan berdewam bike.

Li Dêrazor hemleya paqijkirinê
Li Dêrazor hemleya paqijkirinê
Li Dêrazor hemleya paqijkirinê
24 tîrmeh, 2018   14:58

DÊRAZOR

Civîn bi armanca ku hemleyeke paqijkirina gund, herêm û bajarokên Dêrazorê yên nû hatin ji toz û gemar û bermahiyên wêrankirinê were destpêkirin

Di civînê de, hevserok û endamên saziyên Meclisa Sivîl a Dêrazorê û nûnerên Rêxistina Firat a Alîkariyê amade bûn.

Di civînê de, Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif armacên hemleyê û teklufeya destnîşan kir û got ku, teklufeya hemleyê 282 hezar dolar e, dê derfetên kar ji şêniyan re peyda bike.

Hemleya paqijkirinê dê nêzî 5 mehan berdewan bike.

Di çarçoveya hemleyê de belavokên hişyariya paqijiyê li welatiyan hate belavkirin.

(bb)

ANHA