KCD`ê ji bo malbata xebatkarê Walîtiya Hewlêrê peyama sersaxiyê da

Kongreya Civaka Demokratîk peyama sersaxiyê ji bo malbata xebatkarê Walitiya Hewlêrê xwest ku di êrîşekê de jiyana xwe ji dest dabû.

KCD`ê ji bo malbata xebatkarê Walîtiya Hewlêrê peyama sersaxiyê da
24 tîrmeh, 2018   10:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo xebatkarê Walitiya Hewlêrê ku duh di encama êrîşekê de jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand.

Peyama sersaxiyê ya KCD`ê wiha ye:

ʺDi 23’yê Tîrmeha 2018’an de seat di 07.30’an de li hemberî Walîtiya Hewlêrê êrîşeke terorîstî pêk hat. Em vê êrîşa terorîstî bi tundî şermezar dikin. Rehma Xwedê li xebatkarê walitiyê be. Bila serê malbata wî, Hikumeta Herêma Kurdistanê û gelê me sax be û ji wan re dibêjin derbasbûyî be.

Wek Kongreya Civaka Demokratîk, hestên alîkarî û piştevaniyê ji bo gelê başûrê Kurdistanê parve dikin.ʺ

(kc)