Çeteyan li Efrînê kalepîrek revandin û îşkence dikin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê kalepîrê bi navê Şahîn El-Bexdadî revand. Li gorî şahidan kalepîrê hate revandin, ji aliyê çeteyan ve îşkence lê tê kirin.

Çeteyan li Efrînê kalepîrek revandin û îşkence dikin
24 tîrmeh, 2018   08:42

EFRÎN

Ji dema ku herêma Efrînê ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin, çete hemû rêbazên îşkenceyê li ser welatiyên Efrînê bi kar tînin û hetanî zarok û kalepîran  jî îşkence dikin.

Li gorî çavkaniyekî ku ji hundirê Efrînê ragihand, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê kalepîrê bi navê Şahîn Bexdadî (62) bêyî ku tu sedeman nîşan bidin revandin.Bexdadî bavê 4 keç û 4 kuran e.

Heman çavkaniyê diyar kir ku kalepîrê hatiye revandin ji dema revandinê ve rastî îşkenceyê tê.

Kalepîrê bi navê Şahîn Bexdadî ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve jî gelek caran hatibû binçavkirin û di dema binçavkirinê de rastî gelek îşkenceyan hat û neynûk û diranên wî bi îşkenceyê hatin rakirin.

ANHA