Gazinên şêniyên Dêrikê têkildarî Firina Navendî

Şêniyên bajarê Dêrikê ji ber kalîteya nan ku ji hêla Firina Navendî ya Dêrikê ve tê çêkirin, bi gazinc in. Şêniyan diyar kir ku kalîteya nan gelekî daketiye û nanê ku ji hêla firinê ve tê çêkirin, nayê xwarin.

Gazinên şêniyên Dêrikê têkildarî Firina Navendî
Gazinên şêniyên Dêrikê têkildarî Firina Navendî
Gazinên şêniyên Dêrikê têkildarî Firina Navendî
Gazinên şêniyên Dêrikê têkildarî Firina Navendî
Gazinên şêniyên Dêrikê têkildarî Firina Navendî
Gazinên şêniyên Dêrikê têkildarî Firina Navendî
Gazinên şêniyên Dêrikê têkildarî Firina Navendî
Gazinên şêniyên Dêrikê têkildarî Firina Navendî
Gazinên şêniyên Dêrikê têkildarî Firina Navendî
Gazinên şêniyên Dêrikê têkildarî Firina Navendî
24 tîrmeh, 2018   06:39

AMARA CÛDÎ – ÎSAM ABDULLAH - QAMIŞLO

Şêniyên Dêrîkê ji ber paşdeçûna cureya nanê Firina Navendî ya Dêrîkê bi gilî û gazin in.

Nanê ku Firina Navendî ya Dêrîkî derdixe, ji çend mehan ve gelekî paşde çûye û heta ji bo 2 saetan jî nayê bikaranîn. Lewre şêniyên bajêr mecbur dimînin nanê siyahî û yê tenûrê, ruxmî buhabûnê bikirin. Tevî ku hin malbat nikarin wî nanî (siyahî û yê tenûrê) bikirin.

Girêdayî vê mijarê ajansa Hawarê nêrînên şêniyên Dêrîkê girtin. Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Wedîi Îliya got ku ji ber tunebûna çavdêriyê di dema valakirina ard li firinê de gelek kêzik û gemar derbasî ard dibin û wiha domand: "Tişta ku dihêle mirov matmayî bimîne, çima nan wekî hevîr derdikeve? Û ji bo xwarinê nayê bikaranîn, ruxmî ku miqdara nan eynî ya ku ji bo firotinê hatiye eyarkirin, çima nîvê repteya nan hevîr e?”

Ji ber kêmasî û tunebûna çavdêriyê nan baş çênabe

Her wiha Îliya destnîşan kir ku ji ber kêmasiyên kar, nepaqijya firinê û tunebûna çavdêriyê, ev hemû dibin sedema nebaşî û paşdeçûyîna cureya nan. Ruxmî peydabûna ard û hemû madeyên ku dikevin çêkirina nan jî.

Ji aliyê xwe ve Sureya Xanêm diyar kir ku cureyê arda ku nan jê çêdibe û ew ji firinê dibin û li mal bi kar tînin, cureyek baş e û wiha domand: "Ji ber nebaşiya nan li Firina Navendî ya Dêrîkê, şênî neçar dimînin ku nanê siyahî û tenûrê ruxmî buhabûna wî bikirin." Sureya destnîşan kir ku nanê Firina Navendî ya Dêrîkê ne li gorî pîvanan e, gelek paşde çûye û çêja wî li hemberî nanê firinên din ên Dêrikê ne xweş e.

Pîvanên pêwîst di firina Dêrikê de tune ne

Sureya di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên peywendîdar û komîteyên çavdêriyê kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin, kar û xebatên Firina Navendî ji aliyê paqijiyê, başkirina cureyê nan bişopînin.

Têkildarî vê mijarê welatiyê bi navê Mutîi Remedan Silêman li ser nanê firinê axivî û got: "Nan ne wek berê ye, yan hevîr e yan jî şewitiye û nayê xwarin. Her wiha bêhna tirş ji nan tê û piştî derketina nan ji firinê zû telef dibe. Ruxmî ku karîn û desteka ku ji Firina Navendî re tê dayîn, ji firinên din bêtir e, lê cureyê nan paşde çûye." 

Şênî neçar man nanê siyahî û yê tenûrê bikirin

Silêman diyar kir ji ber ku nan herî zêde tê zehîkirin û ji ber nebaşiya cureyê nanê Firina Navendî ya Dêrîkê û ruxmî buhabûnê şênî neçar dimînin nanê siyahî û yê tenûrê bikirin û her wiha hinek malbat ji ber hejmara wan a zêde nikarin nan bikirin. Her wiha Silêman wiha domand: "Nan an hevîr e yan jî şewitiye, tenê ji bo êmê sewlan tê bi kar anîn. Lewra ez bang li aliyên têkildar û yên berpirsê Firina Navendî dikim da ku vê pirsgirêkê çareser bikin û cureyê nan baş bikin." 

Der barê gilî û gazinên şêniyên Dêrîkê li ser Firina Navendî, rêveberê Firina Navendî ya Dêrîkê, Talib Hesen Silêman tekez kir ku ji sedî 75 sedemên van pirsgirêkan cureyê ard, kêmbûna madeya nîşaste, ji ber zêde hebûna madeya sivî di nav ard de û her wiha ji ber kêmbûna karkeran li firinê ye.

Silêman xuya kir ku wan ji Desteya Aborî û Miduriyeta Zimhêr û Aşan a Qamişlo, peydakirina karker, sererastikirina amûr, erd û banê firinê, paqijkirina wê û zêdekirina amûran, ku tevî sererastkirinên rojane gelek ji wan kevn bûne û ji xebitînê derketine, xwestine.

Li ser nebaşiya cureyê nan li Firina Navendî ya Dêrîkê Silêman tekez kir ku tevî pirsgirêkên ku wî xuya kirine, sotemenî dibe sedema şewitandina nan û telefbûna wî, miqdarên nanê telefbûyî wek êmê sewalan tê firotin.

Silêman bersiva giliyên şênyan da û destnîşan kir ku cureyê ardê ku li mal tê bikaranîn ardê zîro yê herî baş e, ne wekî yê firinê ye û ardê ku ji firinê re tê şandin madeya nîşaste tê de nîn e û her wiha madeya sivî tê de zêde ye û ew jî kalîteya nan xirab dike. Li dawiya gotinên xwe, Silêman bang li Desteya Aborî û Miduriyeta Zimhêr û Aşan a Kantona Qamişlo kir ku li ser gilî û gazinên şêniyan bisekinin û pirsgirêkên wan çareser bikin.

(şx/ew)

ANHA