Komîteya Lihevanînê pêkanîna rêgeza dada civakê armanc dike

Komîteya Lihevanînê ya girêdayî Meclîsa Navçeya Til Koçber di nava 3 mehan de 100 pirsgirê çareser kirin. Komîteyê hewl dide rêgeza dada civakî di nava civakê de pêş bixîne.

Komîteya Lihevanînê pêkanîna rêgeza dada civakê armanc dike
Komîteya Lihevanînê pêkanîna rêgeza dada civakê armanc dike
24 tîrmeh, 2018   06:05

SEYDO ÎBO – LÎNA CANGÎR / QAMIŞLO

Komîteya Lihevanînê yek ji lingên sereke yên pêkanîna dada civakî di civakê de ye. Komîte bi pêvajoya Şoreşa Rojava re hate damezirandin. Endamên komîteyê li gorî xalên hevpeyama civakî ya Federaliya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê ku bingeha xwe dispêra rêgeza Netewa Demokratîk, dixebitin.

Navçeya Til Koçer di aliyê îdarî de girêdayî herêma Dêrikê, 125 km dikeve bakurê rojavayê bajarê Hesekê, li ser xeta sînor a di navbera Sûriyê û Iraq de ye. Niştecihên wê Kurd û Ereb in, rengê eşîrtî li pêş e.

Komîteya Lihevanînê di dawiya sala 2013‘an de ango piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên Cebhet El-Nusra 26‘ê cotmeha 2013‘an ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve, hate damezirandin.

Komîteya Lihevanînê roleke mezin di çareserkirina nakokiyên civakê û pêkanîna rêgeza edaletî de dileyîze.

Endamên komîteyê 7 in.

Komîteya Lihevanînê ku ji 7 endaman pêk tê, di nav 3 mehan de ji 115 pirsgirêkan  "Mîras, derayî, malbat, pevçûn, sucên kuştinê" 100 çareser kirin, 15 mayî jî hê tê de dixebitin.  Ji pirsgirêkên ku hatin çareserkirin; nakokiya 20 salan di navbera malbata Metred û Wesran de ku bû sedema kuştina 5 kesan e. komîteyê bi hevkariya Komîteya Lihevanînê ya navçeya Girkê Legê û Hêzên Asayîşê û şêxên eşîreyên herêmê hate çareserkirin.

Endamê Rêveber ê Komîteya Lihevanînê ya Til Koçer Bekirî Mehmûd diyar kir ku wan di meha tîrmehê de ji 46 nakokiyan 45 çareser kirin.

Mehmûd destnîşan kir ku piraniya pirsgirêkan bi razîbûna herdû terefên pirsgirêkê têne hatin çareserkirin,

Mehmûd destanîşan kir ku komîte pêkanîna dada civakî û aştiya navxweyî armanc dike û got,"Em ji bo pêkanîna dada civakê kar dikin. Em bi hêvî de ku nakokî pirsgirêk di civakê de dernekevin û li şûna dadgehan bi mejî û zanebûnê nakokiyên xwe çareser bikin."

(bb)

ANHA