Nasnameya êrîşkarên Walîtiya Hewlêrê eşkere bûn

Nasnameya 3 kesên ku êrîşî Walîtiya Hewlêrê kirin û di encamê de 4 endamên hêzên parastinê bîrindar bûn, hatin eşkere kirin.

Nasnameya êrîşkarên Walîtiya Hewlêrê eşkere bûn
23 tîrmeh, 2018   13:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Namsameya 3 kesên di saetên sibehê de êrîşî Watîtiya Hewlêrê kirin eşkere bûn. Hate ragihandin ku her sê êrîşkar ji Hewlêrê ne.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Hêzên Dij-Terorê yên Hewlêrê, her sê êrîşkar nasnameya wan ji Hewlêrê ne.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Nasnameya sê êrîşkaran ji Hewlêrê ne. Hat îspatkirin ku her sê êrîşkar ji xwendekarên dibistana amadeyî  ne."

Nasnameya êrîşankaran wiha ye; Rehêm Mihemed Rustem, di 2002'an de li Hewlêrê jidayik bûye. Bîlal Silêman Ebdulreman, di sala 2000'an de li Hewlêrê jidayik bûye û Ebdulreham Rehîn Qadir Hisên, di 2002'an de li Hewlêrê ji dayik bûye.

Hate niha sedemê êrîşê nehatiye eşkere kirin. Her wiha nehatiye eşkere kirin ku êrîşkar girêdayî kîjan rêxistinê ne.

Di êrîşê de karmendekê beşê xizmetguzariyê jiyana xwe ji dest da û 4 endamên hêzên parastinê birîndar bûn.