Di kargeha hesin de teqîn: 11 kes birîndar bûn

Li Dula Bazyan a Silêmaniyê di kargehekî hesin de teqîn çêbû, di teqînê de 11 kes birîndar bûn.

Di kargeha hesin de teqîn: 11 kes birîndar bûn
23 tîrmeh, 2018   15:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Dula Bazyan a Silêmaniyê di kargehekî ku hesin di helîne de teqînek çêbû. Li gorî agahiyên Cîgirî Berpirsê Tenduristiya Çemçemal Eyub Heme dane, di teqînê de 11 kes birîndar bûn.

Ji ber rewşa 4 birîndaran girîn bûn ji bo Nexweşxaneya Silêmaniyê hatin şandin. 7 birîndarên din li Nexweşxaneya Şehîd Pêşrew a Çemçemal tên derman kirin.