Li dijî civîna serçeteyên "Mertala Firatê" êrîş

Hate ragihandin ku êrîşeke bi erebeyeke bomebebarkirî li dijî bargeheke çeteyên "Mertala Firatê" li bajaroka Raî pêk hat, li gorî agahiyên bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.

Li dijî civîna serçeteyên "Mertala Firatê" êrîş
23 tîrmeh, 2018   13:29

KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji herêmên bi bin serweriya çeteyên "Mertala Firatê" de dane, beriya çend kêliyan , li gundê Bab Leymûn ê bajarok Radî ya bakurê Helebê êrîşeke bi erebeyeke bomebekirî civîna fermandên komên leşkerî yên girêdayî Tirkiyê kir hedef.

Li gorî agahiyên destpêkê bi dehan kuştî û birîndar çêbûn. Agahê hene ku di êrîşê de hejmarek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyekî din jî, hate ragihandin ku piştî êrîşê yekser êrîşeke din jî bi motorsêklêtekê bomebekirî rû da. Lê hîna nehatiya zanîn ku ka ev agahî rast in ya na.

Tê zanîn ku gundê Bab Leymûn wekî bargeha sereke ya çeteyên DAIŞ`ê dihat dîtin û niha jî naveneke girîng ji çeteyên Tirkiyê re ye.  Li vî gundî beriya çend salan gelek civîn veşartî di navbera serbazên artêşa Tirk a dagirker û serçeteyên DAIŞ`ê de jî hatin kirin.

(bb)

ANHA