Li şûna ku derman bikin, gurçikên wî dizîn!

Welatiyê bi navê Mihemed Elî Osman ê ji gundê Birc Heyder ji ber mayineke artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê jiyana xwe ji dest da. Bijîşkên nexweşxaneyên Tirkiyê her du gurçikên wî dizîn.  

Li şûna ku derman bikin, gurçikên wî dizîn!
23 tîrmeh, 2018   07:06

EFRÎN

Çavkaniyekî ji hundirê bajarê Efrînê ji ajansa me re ragihand ku mayineke artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi welatiyê bi navê Mihemed Elî Osman Gulê Xêrî ve di 17`ê Tîrmehê de teqiya. Mihemed Elî Osman 42 salî bû û ji gundê Birc Heyeder ê girêdayî navçeya Şêrawa bû. Di encamê de Mihemed Elî Osman bi giranî birîndar bû.

Piştî ku Mihemed Elî Osman derbasî nexweşxaneyên Tirkiyeyê bû, şevekê dûre jiyana xwe ji dest da.

Li gorî heman çavkaniyê bijîşkên nexweşxaneyên tirk li şûna ku Mihemed derman bikin, her du gurçikên wî dizîn.

(kc/ew)

ANHA