Şerê daxuyaniyan di navbera Rûhanî û Trûmp de didome

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî hişyarî dabû DYA'yê. Serokê DYA Donald Trûmp jî bersiveke tund da Rûhanî.

Şerê daxuyaniyan di navbera Rûhanî û Trûmp de didome
Şerê daxuyaniyan di navbera Rûhanî û Trûmp de didome
23 tîrmeh, 2018   07:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp bi rêya Twîtterê ji Serokkomarê Îranê Rûhanî re mesajek bi tîpên mezin nivîsî.

Peyama Trûmp wiha ye: "Ji Serokkomarê Îranê Rûhanî re: Careke din qet gefê li dya nexwe, naxwe tu yê encamên ku berê di dîrokê de hatiye serê kêm mirovan, bibîne. em êdî ne welatekî welê ne ku xwe li gotinên we yên li ser şîdet û mirinê rabigirin. hay ji xwe hebe"

Rojek berê Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî daxuyaniyek dabû û ji Trûmp re gotibû, "Bi teriya şêr nelîzin." Rûhanî gotibû, eger êrîş li Îranê were kirin ev yek wê bibe şerê herî giran.

(kc)