Li dijî avahiya Walîtiya Hewlêrê êrîş

Li dijî avahiya Walîtiya Hewlêrê êrîşeke çekdarî hate kirin. Tê gotin ku du êrîşkarên çek di destê wan de hene ketine hundirê avahiya Walîtiyê.

Li dijî avahiya Walîtiya Hewlêrê êrîş
23 tîrmeh, 2018   06:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Danê vê sibehê li dijî avahiya Walîtiya Hewlêrê êrîşeke çekdarî hate kirin. Rayedarên Walîtiyê diyar kirin ku du êrîşkar ketine hundirê avahiyê. Li gorî agahiyên dest pê kir polîsek birîndar bûye.

Tê gotin, her du êrîşkar li avahiya Walîtiyê ne û hêzên ewlekariyê dor li wan girtine. Lê belê der barê rewşa li hundirê avahiyê agahiyeke berfireh nehate dayin.