Vekirina kampa El-Mehmûdlî hate paşdexistin

Vekirina kampa El-Mehmûdlî ji ber hin sedeman hat paşdexistin.

Vekirina kampa El-Mehmûdlî hate paşdexistin
Vekirina kampa El-Mehmûdlî hate paşdexistin
Vekirina kampa El-Mehmûdlî hate paşdexistin
Vekirina kampa El-Mehmûdlî hate paşdexistin
Vekirina kampa El-Mehmûdlî hate paşdexistin
Vekirina kampa El-Mehmûdlî hate paşdexistin
Vekirina kampa El-Mehmûdlî hate paşdexistin
23 tîrmeh, 2018   06:19

MIHEMED HEYEWÎ-NÛRÎ OMER / TEBQA

Kampa Mehmûdlî ya ku 25 km li bakurê rojavayê bajarê Tebqayê dikeve, ji bo pêşwazîkirina hejmarek ji malbatên ku li kampa Tiwêhniyê dimînin, dê bihata vekirin. Lê li ser daxwaza Komîseriya Bilind a Karûbarên Koçberan hate paşdexistin.

Tê payîn ku Kampa El-Mehmûdlî dê zêdetirî 320 konan vehewîne û rûbera wê 80 dinom e.

Berpirsê kampa El-Mehmûdlî û Tiwêhniyê Hisên Şihazê sedema paşdexistina vekirina Kampa El-Mehmûdlî diyar kir û wiha got: "Komîseriya Bilind a Karûbarên Koçberan ji bo destnîşankirina miqdara alîkariya ku ji bo kampê dê were dayîn, ji me xwest rapirsînan li ser koçberan belav bikin û nêrînên wan bigirin."

Têkildarî sedemên pêşwazîkirin an jî veguhastina  koçberan ji kampa Tiwêhniyê ji bo Kampa El-Mehmûdlî Hisên Şihazê wiha got: "Kampa Tiwêhniyê ji ber lehiyan gelek zirar dîtiye û piraniya konan telef bûne û her wiha xetên kanalîzasyonê tune ne û ji bajarê Tebqayê dûr e, ev hemû dibin sedema veguhastina koçberan ji kampê."

Hisên da xuyakirin ku bi veguhastina koçberan re dê rewşa wan li ser sozên ku rêxistinan dane baş bibe. Tê payîn ku li gorî şert û mercên navneteweyî dê alîkariya pêwîst ji kampê re bê dayîn weke eyerkirina ambulanseke taybet ji bo kampê, vekirina navendeke tenduristiyê, destav û her wiha raxistina erdê kampê bi madeyek ciyaker û her wiha xetên kanalîzasyonê.

(şx)

ANHA