Beşdarên kongreyê: Jinan kedeke mezin ji bo azadiyê da

Nûnerên şandeyên beşdarî Kongreya Damezirîner a Rêxistina Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk bûne, diyar kir ku partiya wan rola jinan di avakirina civakê de girîng dibîne.

Beşdarên kongreyê: Jinan kedeke mezin ji bo azadiyê da
Beşdarên kongreyê: Jinan kedeke mezin ji bo azadiyê da
Beşdarên kongreyê: Jinan kedeke mezin ji bo azadiyê da
Beşdarên kongreyê: Jinan kedeke mezin ji bo azadiyê da
Beşdarên kongreyê: Jinan kedeke mezin ji bo azadiyê da
Beşdarên kongreyê: Jinan kedeke mezin ji bo azadiyê da
Beşdarên kongreyê: Jinan kedeke mezin ji bo azadiyê da
22 tîrmeh, 2018   09:04

QAMIŞLO

Kongreya Damezirîner a Rêxistina Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) çalakiyên xwe bi axaftinên nûnerên şandeyên beşdar, berdewam dike.

Axaftina Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê endama rêveberiya meclisê Lîna Yûsiv ve hate kirin û di axaftina xwe de got ku jinan di şoreşa Rojava de îradeya xwe di hemû aliyên siyasî û leşkerî de îspat kir û diyar kir ku PYD'ê li ser rêya azadiya jinan û pêkanîna rêgeza neteweya demokratîk bi sedan şehîd dane.

Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd jî axivî û lidarxistina kongreyê û salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li hemû jinan pîroz kir.

Evîn Siwêd di axaftina xwe de damezirînera PYD'ê şehîd Şîlan Kobanê bi bîr anî û got ku niha hemû jinên Rojava li ser rêya şehîd Şîlan xebatên xwe didomînin û wiha anî ziman: "Xebatên jinan di xwebirêxistinkirinê de di nava PYD'ê de û avakirina wan ji meclisên xwe re û pêkanîna sîstema hevserokatiyê serfiraziyeke mezin e."

Di kongreyê de her wiha li ser navê Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk şêwirmenda rêveberiyê Mizgîn Ehmed axivî û wiha got: "Kongre di rewşeke hesas de tê lidarxistin ku di heman demê de çareserkirina aloziya Sûriyeyê tê nîqaşkirin. Ji ber vê yekê lidarxistina konferanseke taybet a jinan xaleke gelekî girîng e."

Mizgîn Ehmed di berdewama axaftina xwe de got ku PYD'ê girîngiyeke mezin daye rola jinan di avakirina civakê de û wiha domand: "Tevî ku em niha di serdemeke şer de dijîn û ji ber sîstemên desthilatdar tecrubeya jinan tune ye û di şoreşê de kedeke mezin ber bi wergirtina azadiya xwe ve daye."

Mizgîn Ehmed destnîşan kir ku azadiya bingehîn ku jin hewl didin pêk bînin, ew e ku xwe ji zîhniyeta baviksalar rizgar bikin û xwe di hemû aliyan de bi rêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê di vê serdemê de jî bi hemû hêz û derfetên xwe têkoşîna xwe berdewam bikin û em ê dengê xwe bigihînin hemû jinên cîhanê û hevgirtina hev bikin da ku em ji zîhniyeta baviksalar û sîstema desthilatdar xilas bibin."

Çalakiyên kongreyê berdewam in.

ANHA