Îsraîlê 800 endamên 'Kumspî' yên sûriyeyî veguhastin Urdinê

Artêşa Îsraîlê, 800 endamên ‘rêxistina alîkariyê' ya bi navê Kumspî ku li Sûriyeyê li herêmên di bin serweriya komên çekdar de dixebitin, li gel malbatên wan veguhastin Urdinê.

Îsraîlê 800 endamên 'Kumspî' yên sûriyeyî veguhastin Urdinê
22 tîrmeh, 2018   08:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî artêşa Îsraîlê, piştî ku hêzên rêjîma Sûriyeyê ber bi başûrê welêt ve pêşve çûn, endamên Kumspiyê yên li wan herêman xebat dimeşandin, hatin veguhastin. Hat gotin ku ev operasyona veguhastinê, bi daxwaza DYA û welatên Ewropayê pêk hatiye.

Hate ragihandin ku rêveberiya Urdinê van sûriyeyiyên bi navê Kumspî tên zanîn, wê bişîne welatên mîna Almanya, Îngilîstan û Kanadayê.

Ev rêxistina bi navê Kumspî tê zanîn, bi taybetî ‘bi pisporiya xwe ya derxistina kesên di bin kavil û xirabeyan de mayî’ dihatin nasîn. Kumspiyên ku li qadên di bin serweriya komên çekdar û komên sûcên giran ên şer dikin de xebat dimeşînin, li gorî artêşa Îsraîlê di bin gefa ku ji hêla rêjîmê ve bên kuştin û girtin de ne.

Li ser mijarê artêşa Îsaîlê ev daxuyanî da: “Ev nêzikatiyeke awarte ya mirovî ye. Îsraîl, hê jî xwedî wê polîtîkayê ye ku tev li şerê li Sûriyeyê nebe û berpirsyarê vî şerê ku li ser xaka Sûriyeyê pêk tê, rêjîma Sûriyeyê bi xwe ye.”

Kumspî, gelek caran bi hevkariya komên çete hate sûcdarkirin. Heman kes dîsa bi sûcdariya ku destwerdana hêzên ewropayî ya li ser xaka Sûriyeyê rewa nîşan bidin û vê amade bikin, lîstokên wekî ‘êrîşa çekên kîmyewî hat kirin’ hatin sûcdarkirin.