Dîlana 'El-Dehe' çanda hozan vejîn dike

Di Mîhrîcana Çand û Hunerê de ku li kantona Girê Spî hate lidarxistin, gelek berhemên çandî yên gelê herêmê hatin pêşandan. Ji berhemên hatin pêşandan dîlaneke koçeran a kevnar ni reseniya xwe bal kişand.

Dîlana 'El-Dehe' çanda hozan vejîn dike
Dîlana 'El-Dehe' çanda hozan vejîn dike
Dîlana 'El-Dehe' çanda hozan vejîn dike
22 tîrmeh, 2018   09:39

EHMED EL-KEMYAN - MEED SELÛM / GIRÊ SPÎ

Duyemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Girê Spî bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê duh bi beşdarbûneke berfireh a şêniyên herêma Firatê û herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê hate lidarxistin.

Di mîhrîcanê de gelek berhemên çandî yên gelên herêmê hatin pêşandan. Ji wan dîlana “El-Dehe” ya koçerên herêmê "Bedû" ku di vê dema me pir kêm tê dîtin, hate pêşandan.

Dîlana El-Dehe çi ye?

Hozên (qebîle) ereban û bi taybet qebîleya Iniza gelek rêbaz ji bo sorkirina beşdariya şer pêk dianîn. Ji wan dîlana El-Dehe ku bi demê re bû rê û resmek, şêniyên herêmê di dîlanan de wek kevneşop dişopînin.

Hozên koçeran di demên berê de pêwîstiya wan bi gelek rêbazan a sorkirina şer hebû, ji wan jî jinên ku beşdarî şeran dibin, an jî helbestên ku navê “El-Dehe" lê tê kirin.

Tê gotin ku ev rê û resm cara yekem beriya îslamê pêk hatiye. Ango beriya zêdetirî hezar û 400 salan, navê dîlana şer lê tê kirin û di nava qebîleya Inzia de gelekî bi nav û deng e.

Qebîleya Inzia yek ji girîngtirîn qebîleya herêma Necid a Kendava Erebî ye. Beriya demek dirêj koçber bûn û berê xwe dan Sûriyeyê û li herêma Eyn Îsa a Bakurê Sûriyeyê bi cih bûne.

El-Dehe bi tevgera xwe tê naskirin, di dema kêfê û her wekî din de tê lidarxistin. Destên xwe li hev dixin û berê xwe didin erdê, canê xwe jî ber bi rastê û çepê ve dibin û tînin. Bi vê tevgerê re jî dengekî wekî dengê şêran tê derxistin. Ev jî mînaka hêzê tê kirin.

Bi wê re jî helbest têne pêşkêşkirin, kesên herî bi nav û deng di nava qebîleyê de tên gotin. Paşê jî stran têne gotin, kesek stranan dibêje û kesên din li wî vedigerînin.

Ciwan li rex hev rêz dibin, kesek ji wan pêşve dikeve û helbestan dibêje, paşê yek ji nava ciwanên rêzkirî derdikeve û şûr di destê wî de ye, eba li xwe kiriye û wekî di qadên şer de dest bi dîlanê dike.

El-Dehe di mîhrîcanê de hate pêşandan

Di Duyemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî de ku bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hate lidarxistin, El-Deha hate pêşandan. Vê dîlanê bala hemû beşdaran kişand ser xwe.

Ayîd Hilêl der barê dîlanê de got ku ev dîlan yekem car beriya îslamê derket û da zanîn ku ev di dema şerê bi hespan de derkete holê û wiha dom kir: "Ev paşê di nava hozên ereban de bi nav û deng bû. Armanc bi vê yekê tirsê bixin dilê dijberan."

Bi demê re û paşê ji bo ji rewşa şer xilas bibin, dîlana "El-Dehe" wek sembola aştiyê û pêkanîna aramiyê di şahî û dîlanan de hate pêşandan.

ANHA