ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-07-2018
22 tîrmeh, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Endamên Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi armanca şîrovekirina encamên konferansê bi şêniyên gundên Ziyaretê û Xirbekê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê re dicive. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi civînekê armancên partiyê ji şêniyên navçeya Til Hemîsê re pênase dike. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji bo endamê Hêzên Asayîşê Mihemed El-Hebîb merasîmê sersaxiyê tê lidarxistin. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê riya "Taxa Jêrîn" a herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê girtiyê. Her wiha bi dehan sivîlên taxê bi tuhmetên cuda direvîne. Tê gotin ku rewşa tenduristî ya  kesên hatine revandin ne baş e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û Rojnamevanê Misrî Seyid Ebdulfetah ku di Pêşengeha Pirtûkan de amade bû, diyar kir pêşengeh pira ku gelên derve û yên Rojava dighêne hev û xebata kadroyên Rêveberiya Xweser di aliyê pêşxistina çandî de diyar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Apê Memdûh wekî rojnamevan beşdar Berxwedana Serdemê bibûn, bi telefona xwe îdîayên derew ên ku ragihandina Tirkiyê belav dikir û berxwedaniya gel belge dikir û ji ser tevna civakî belav dikir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gulfiroşê 20 salan Îsam Elî di hewşa mala xwe de 500 hejmar kulîlk û dar çandine, nebûna cih ji xwe re asteng nabîne û dibejê ku xweza rihê wî zindî û jiyana wî geş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-33 şehîdên Pirsûsê tenê ji bo vegerandina kenên zarokan û dîtina axa Rojava û warê berxwedanê Kobanê, rihê xwe diyarî Rojava kir. Bêrîtanê jî soza hevalên xwe pêk anî û berê xwe da Rojava. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclîsa Herêma Şehbayê Îmad Dawud got, "Sûriyê di encamên mudexeleyên derve ber bi parçebûyînê ve dice. Projeya Netewa Demokratîk çareseriya herî guncaw ya parastina yekîtiya xaka Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jin bi tabloyên xwe ku xwaza û rola jin di afrandina jiyanê de vedibêje rengekî cuda daye Pêşengeha Pirtûkan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Piştî bidawîbûna operasyona Derayê, hêzên rêjîmê û Rûsiyêa bi destura Îsraîlê eniyek li Quneytera vekirin. Li aliyekî din mûxalefet û Îran li ser derxistina niştecihên Fûa û Kefreya lihev kirin. Li Iraq jî xwepêşandanên gelê ên hilweşandina rêjîmê berfireh dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Çalakiyên Duyemîn Pêşengeha Pirtûkan di roja sêyemîn de didome. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakiyên Duyemîn Mîhrecana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyan di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û Rojnamevanê Misrî Seyid Ebdulfetah ku di Pêşengeha Pirtûkan de amade bû, diyar kir pêşengeh pira ku gelên derve û yên Rojava dighêne hev û xebata kadroyên Rêveberiya Xweser di aliyê pêşxistina çandî de diyar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Girkê Legê dest projeya hêma Sînaî kir, ferehiya 23000 m2 sererast kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA