Partiya Sûriya Pêşerojê buroya xwe li Hesekê vekir

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi aramnca berfirehkirina xebatên xwe, buroyek li bajarê Hesekê vekir.

Partiya Sûriya Pêşerojê buroya xwe li Hesekê vekir
Partiya Sûriya Pêşerojê buroya xwe li Hesekê vekir
Partiya Sûriya Pêşerojê buroya xwe li Hesekê vekir
21 tîrmeh, 2018   19:53

HESEKÊ

Bi dehan şêniyên Hesekê, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rûspiyên êlan beşdarî merasîma vekirina buroya Partiya Sûriya Pêşerojê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê cangoriyên azadiyên dest pê kir. Piştre endama Rêveber a Buroya Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê herêma Cizîrê Ranya Ferman axivî û vekirina buroyê li gelê Sûriyê pîroz kir û got :" Ragihandina avakirina Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma 'Avakirina Sûriyayeke pirreng û ne navendî' ji bo bi cihanîna daxwazên şêniyên ku bi yekîtiya Sûriyê bawer in pêk hat. Gel ji hêza xwe bawer e ku dikare nûnertiya xwe bike û hemû biryarên ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û afrandina Sûriyayeke azad û demokratîk bigire. "

Ranya wiha li axaftina zêde kir û got :" Em amade ne ku bi hemû saziyên ku destek didin jiyana fikirî, siyasî û civakî, avakirina Sûriyeke demokratîk bibin hevkar."

Piştî axaftinan buro ji aliyê dayîkên Şehîdan ve hat vekirin.

(şx)

ANHA