Di roja yekemîn a mîhrecanê de çalakiyên huner û sporê

Çalakiya roja yekem a Duyemîn Mîhrecana Girê Spî Çand û Kevneşopiyan bi pêşkêşkirina çalakiyên huner û sporê bi dawî bû.

Di roja yekemîn a mîhrecanê de çalakiyên huner û sporê
Di roja yekemîn a mîhrecanê de çalakiyên huner û sporê
Di roja yekemîn a mîhrecanê de çalakiyên huner û sporê
Di roja yekemîn a mîhrecanê de çalakiyên huner û sporê
Di roja yekemîn a mîhrecanê de çalakiyên huner û sporê
Di roja yekemîn a mîhrecanê de çalakiyên huner û sporê
21 tîrmeh, 2018   19:33

GIRÊ SPÎ

Duyemîn Mîhrecana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyan ku bi boneya Salvegera 6.emîn a Şoreşa 19‘ê Tîrmehê li bajaroka Eyn Erûs ê Girê Spî tê lidarxistin îro destpêkirin.

Şande ji herêmên cuda yên Bakurê Sûriyê û nûnerên partiyên siyasî û şêxên eşîreyan beşdarî mîhrecanê bûn.

Axaftina destpêkê ya Mîhrecanê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid ve hate kirin. El-Ebid got, "Cîhand dizane ku bajarê Girê Spî nunuma biçûk ji Sûriyeya pêşerojê ye, herêm Kurd, Ereb û pêkhateyên din di nav xwe de digire. Hemû jî bi biratî û komînal jiyan dikin."

Hemîd El-Ebid bal kişand ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl didin tevliheviyê di navbera hemû pêkhateyan de derbixîne.

Piştî axaftina Hemîd El-Ebid, bi tevîbûna bi dehan kesî pişbireke bazdaneke dirêjahiya 3000 mîtirî ji çerxeriya şaredariyê heya cihê mîhrecanê hate bi rêxistinkirin. Abdullah Xebat asta yekê, Qusey Tewîl asta duyemîn û Umer El-Xidir asta sêyemîn serketin.

Her wiha pişbireke biskilêtan hate organîze kirin, Elî Osman di asta yekemîn de û Ehmed El-Hisên û Mihemed Ebû Sitil di asta duyemîn de serketin.

Di mîhrecanê de, pişbirekeke hespan jî hebû.

Her wiha komên stran û dîlanan a girêdayî navenda çand û hunerê ya kantona Girê Spî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Hin zaraokên ji kantonê jî helbest xwendin.

Wekî din jî, di navbera Tîma Tirkumen û Tîma Eyn Erûs lîsteke volîbol hate lîstin. Di lîstikê de tîma Eyn Erûs bi 3 nuqteyan li beramberî nuqteyeke bi serket.

Çalakiya roja yekemîn a mîhrecanê bi stranên filklorî û gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Mîhrecan dê sibe berdewam bike.

(bb)

ANHA