‘Me xeta azadiya hilbijartiyê û em amade ne berdêlên wê bidin‘

Malbata Şehîd Mihemed El-Hebîb got, "Dema me riya şoreş, azadî û demokrasiyê hilbijart me dizanî ku berdelên wê giranbûha ye. Em serbilind in ku em tevlî Meclîsa Malbatên Şehîdan bûn. Ji bo pêkanîna azadiyê em amade ne hîn jî şehîdan pêşkêş bikin."

‘Me xeta azadiya hilbijartiyê û em amade ne berdêlên wê bidin‘
‘Me xeta azadiya hilbijartiyê û em amade ne berdêlên wê bidin‘
‘Me xeta azadiya hilbijartiyê û em amade ne berdêlên wê bidin‘
‘Me xeta azadiya hilbijartiyê û em amade ne berdêlên wê bidin‘
‘Me xeta azadiya hilbijartiyê û em amade ne berdêlên wê bidin‘
‘Me xeta azadiya hilbijartiyê û em amade ne berdêlên wê bidin‘
‘Me xeta azadiya hilbijartiyê û em amade ne berdêlên wê bidin‘
21 tîrmeh, 2018   18:52

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Mihemed Selo El-Hebîb ê ku di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekêl li goristana Şehîd Dilşêr Dugur oxir kirin.

Merasîmê oxirkirina bi turaneke leşkerî dest pê kir. Ji rêveberên Hêzên Asayîşê Jînkîdar Mîkayîl axivî û got, "Bi berxwedana şehîdan gelê me yê Bakurê Sûriyê azadiya xwe bi dest xist û ji zulma çeteyên DAIŞ û komên din xelas bûn û ewlehiya herêmê pêk hat. Em soza xwe ya bi şehîdan re nû dikin ku em ê destkeftiyên şoreşê bi parêzin."

Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha dom kir, "Beriya du rojan me şehîdekî Kurd oxir kir, îro em yekî Ereb oxir dikin, rastiya hêza me ev, hemû pêkhateyan di nava xwe de digire. Dijminên me ji hevgirtina me aciz in, ji ber vê yekê êrîşî me dikin."

Di merasîmê de, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hevserokê Desteya Şûnwaran Hisên Elî axivî û got, "Dema Rêberê Netewa Demokratîk Abdullah Ocalan got,‘Şehîdn pêşengên me yên manewî ne‘ ji me dixwest ku em xwedî li wan derkevin û xeta wan bişopînin, azadî û demokrasiyê bêyî fedayî û xwînê pêk nayê."

Endamê MSD‘ê ku kurê apê şehîd e Hikmet Hebîb diyar kir ku ew bi şehadeta kurê apê xwe û tevlêbûna xwe ya ji Meclîsa Malbatên Şehîdan re serbilind e û wiha anî ziman, "Dema me riya şoreş, azadî û demokrasiyê hilbijart me dizanî ku berdêlên wê giranbuha ye, em bi serbilind in ku em beşdarî Meclîsa Malbatên Şehîdan bûn û ji pêkanîna vê yekê em amade ne hîn jî şehîdan bidin."

Di merasîmê de, hevalê şehîd, Dilxwaz Silêman Bedir çeka hevalê xwe rakir û tevlî nava Hêzên Asayîşê bû.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Paşê girse cenaze li ser milên xwe kirin û di nava dirûşme û tilîliyan de spartin axê.

(bb)

ANHA