Xwepêşandan gihaştin paytext Bexdayê û 45 kes birîndar bûn

Bi hezaran kes li Iraqê daketin qadan û xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandan gihaştin paytext Bexdayê û li wê derê jî hejmara kesên ku di xwepêşandanan de birîndar bûn, gihaşt 45’an.

Xwepêşandan gihaştin paytext Bexdayê û 45 kes birîndar bûn
21 tîrmeh, 2018   12:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran gelê Iraqê duh ji bajarê El-Besra, El-Nasriyê, El-Dîwane û Kerbela yên başûrê Iraqê gihaştin patexta Iraqê Bexdayê û li qada El-Tehrîr li hev kom bûn.

SkyNewsê ragihand ku xwepêşanderan dixwest derbasî Cisir El-Cimhûriyê ya herêma El-Xedra bibin lê hêzên rêjîmê ew bi zorê ji hev veqetandin.

Her wiha Spuknîkê li ser zimanê berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê Seyf Bedir ragihand ku 45 kes di El-Dîwaniyê û Necif de birîndar bûne.

Li Besrayê jî di xwepêşandanên şevê de endamekî hêzên ewlekariyê û kesekî beşdarî xwepêşandanan bû, hatin kuştin.

Li El-Dîwaniyê jî Feyleq El-Şam a bi ser Îranê ve li dijî xwepêşandanan derket û di encamê de gelek kesên beşdarî xwepêşandanan bûn, birîndar bûn.

Wezîrê Hundirîn ê Iraqê Qasim El Erecî got ku divê kesên ku beşdarî xwepêşandanan bûne aram bin û derfetên demkî bidin hêzên sermayedar da ku karibin bi hev re têkildar bin û da zanîn ku nameya xwepêşandanan gihaştiye hikumetê.