‘Em ê zanîngehek xweser bidin avakirin’

Komxebata “Zanîngehek Azad û Demokrat” îro bi mijara zanîngehek alternatif û xweser bi dawî  bû û dê sibe li ser heman mijarê nîqaş bên rêvebirin.

‘Em ê zanîngehek xweser bidin avakirin’
20 tîrmeh, 2018   15:21

QAMIŞLO

Komxebata Zanîngehên Rojava a bi dirûşma “Zanîngehek Azad û Demokratîk” piştî nîvro bi nîqaşan berdewam kir. Semînerên ku Mamosta Aras Fetah û Zozan Elî ku mijarên “Dîroka zanîngehan û desteserkirina zanîngehan ji aliyê desthilatdariyê ve” hatin nîqaşkirin. Mamoste, rewşenbîr û xwendekarên beşdarvan fikir, rexne, pirs û şîroveyên xwe li ser mijarê vegotin û herî dawî de jî bersiva pirsen wan hatin dayîn.

Hinek mamosteyan mijarên giring pirs kirin û anîn ziman. Yek ji wan Mihemed Reşîd, mamosteyê beşê Kurdî yê Zanîngeha Efrînê bû. Reşîd diyar kir ku divê ew sîstema zanîngehan li Rojava di bin şert û mercên heyî de nîqaş bikin û wiha got: “Raste em qala zanistê dikin, lê akedemisyenên me bi sîstema dewletê hatine perwerde kirin. Lewma jî dema şer li Efrînê çêbû yên ku yekem car Efrîn terk kirin akedemisyen bûn. Heta niha kadroyên me yên xwendina bilind neketine wê baweriyê ku dê vê sîstemê biser bixin. Divê em destpêkê akedemisyenên ku civaka xwe re bibin yek ava bikin.”

Mamosteyê beşê Kurdî li Zanîngeha Rojava Ednan Hesen jî destnîşan kir ku ji bo zanîngehek azad û demokrat meteryalên nû bên avakirin, ji ber ku meteryalên ku hene, meteryalên sîstema dewletên desthilatdar in. 

Endezyar Azad Elî jî anî ziman ku divê zanîngehek di bin xizmeta civakê de bê avakirin.

Piştî nîqaşan komxebat bi rûniştina koma 2’emîn berdewam kir. Di beşê 2’emîn de mijara xweseriya zanîngehê heta cihekî hat şîrove kirin. Mamoste Zêna Elî ji Fakulteya Zanistên Perwerdehiyê ya Rojava, Mamoste Menan Cefer mamosteyê Zimanê Kurdî li Fakulteya Wêje a Zanîngeha Rojava û Mamoste Bedran Penaber Serokê Fakulteya Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojava semîner amede kirin.

Destpêkê mafê axaftinê Mamoste Menan Cefer girt. Menan diyar kir ku dê zanîngehên wan çawa bibin alternetîfa zanîngehan û wiha axivî: “Xweserî di milê îdarî, aborî û rêveberiyê de. Li zanîngehên sîstemê rêveberî ji aliyê dewletê ve tê tahînkirin. Lê di zanîngehên me de dê bi sîstema hilbijartinê xwendekar û mamoste bi xwe rêveberên xwe hilbijêrin. Dê zanîn û berhem bikeve di bin xizmeta civakê de. Ev sîstem li Englo Senson hat ceribandin, lê vê carê jî xistin bin desthilatdariya şirketan, piştî demekê xwendekar weke amûrek a karê hatin şixulandin.  Sîstema me dê di bin xizmeta ekoloji, wekheviya zayendî û civakê de be. Dê hilberîn li ser vê esasê bê kirin. Di aliyê aborî de jî ji bo tenduristî û pêşdebirina civakê, ekoloji bên pêşxistin.”

Ji ber bi dawîbûna demê Mamoste Bedran Penaber û Zêna Elî  wê semînerên xwe sibê bidin. Dîsa dê sibe nîqaş bên kirin. Koma 3’emîn bi Mamoste Mihemed Selîm, Xemgîn, û komkirina encamên komxebatê bên şîrovekirin û komxebat bi dawî bibe.

(bm)

ANHA