Hêzên dagirker revandin û êşkencekirina sivîlan didomînin

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker îro, ji gundê Basûtayê yê Şêrawa welatiyek, ji herêma Cindirêsê 5 welatî revandin û birin cihekî ne diyar.

Hêzên dagirker revandin û êşkencekirina sivîlan didomînin
Hêzên dagirker revandin û êşkencekirina sivîlan didomînin
Hêzên dagirker revandin û êşkencekirina sivîlan didomînin
Hêzên dagirker revandin û êşkencekirina sivîlan didomînin
Hêzên dagirker revandin û êşkencekirina sivîlan didomînin
20 tîrmeh, 2018   15:34

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlên Efrînê didomîn. Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî herêmî ji ajansa me re diyar kirine çeteyên koma "Furqet El-Hemzat" ciwanê bi navê Hoşeng Mihemed Nebî Xalid ên ji gundê Basûta yên li ser benda kontrolê ya gundê Tiringê ya Efrînê revandin û birin cihekî ne diyar. Çavkanî destnîşan kir ku çeteyên heman komê bi sedan sivîl li ser benda gundê Tirindê revandine.

Çavkaniyekî din da zanîn ku çeteyên "Feyleq El-Şam" ji herêma Cindirês 5 sivîl revandin.

Li gorî çavkaniyê kesên hatin revandin, (Mihemed Şêx Nasan 51 salî, Mehmûd Şêx Nasan 45 salî, Ferîd Welîd Hisên 22 salî, Mihemed Hec Yûsif 55 salî, Mustefa Ezîz Şêx Heyder 40 salî).

Her wiha hate ragihandin ku çeteyên "Feyleq El-Şam" ku beriya du rajan "Cemîl Mustefa Şêx Heyder , Welîd Hisên û Bedir Xelîl Helebî" revandibûn piştî ew êşkecekirin, berdan.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan bdi nava du rojên derbasbûyî de bi dehan sivîl ji herêma Cindirêsê revandin û birine cihekî ne diyar.

Li gorî çavkaniyan, rewşa li herêma Cindirêsê aloz e, cara caran çete li ser parvekirina milkên sivîlan şer dikin.

(bb)

ANHA