Şaredariya Şehbayê pirsgirêka avê çareser dike

Şaredariya Gel a Şehbayê pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê ji bo şêniyên Efrînê yên ku li gundan û kampên herêmê bi cih bûne, didomîne. Li herêmê pirsgirêka avê çareser dibe.

Şaredariya Şehbayê pirsgirêka avê çareser dike
20 tîrmeh, 2018   07:27

ARIF SILÊMAN-CAFER CAFO / ŞEHBA

Di çarçoveya kar û xebatên Şaredariya Gel a Şehbayê de, şaredarî bi rêjeya ji sedî 70 ji pirsgirêkên avê çareser kir. Şaredarî stêrên avê (sehrîc) peyda kirin û xetên avê li nav gund û navçeyên Şehbayê dirêj kirin.

Ji bo av bi awayekî birêkûpêk li şêniyan bê belavkirin, şaredariyê ji bo her komînekê 100 stêr veqetandin. Di heman demê de, li kampên Şehbayê jî depoyên avê hatine bicihkirin û bi awayekî sîstematîk têne dagirtin.

Hemleya paqijiyê didome

Şaredariya Gel a Şehbayê rojane kolanên gund û navçeyên herêmê ji çopê û bermahiyan paqij dike. Her wiha ji bo gundên biçûk hefteyê 2 rojan şaredarî paqij dike.

Tevî xebatên paqijiyê şaredarî xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyonê li navçeyên Ehrez, Kefer Naya û gundên Til Qirah û El-Ehdas bi derfetên xwe yên heyî dimeşîne.

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a herêma Şehbayê, Mihemed Elo tekez kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên şêniyan bi derfetên xwe yên heyî hewl didin.

(şx/ew)

ANHA