40 ciwanên din ji Helebê tev li YPG`ê bûn

Li Akademiya Şehîd Sadiq a perwerdeya leşkerî ya YPG`ê, bi boneya 19`ê Tîrmehê dewreya perwerdeyê ya bi navê ʺŞehîdên Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.   

40 ciwanên din ji Helebê tev li YPG`ê bûn
40 ciwanên din ji Helebê tev li YPG`ê bûn
40 ciwanên din ji Helebê tev li YPG`ê bûn
40 ciwanên din ji Helebê tev li YPG`ê bûn
40 ciwanên din ji Helebê tev li YPG`ê bûn
40 ciwanên din ji Helebê tev li YPG`ê bûn
40 ciwanên din ji Helebê tev li YPG`ê bûn
40 ciwanên din ji Helebê tev li YPG`ê bûn
40 ciwanên din ji Helebê tev li YPG`ê bûn
20 tîrmeh, 2018   07:33

HELEB

Di merasîma bidawîkirina perwerdeyê de malbatên şehîdan, fermandarên YPG/YPJ û birîndarên şer amade bûn.

Dewreya perwerdeyê ku 50 rojan dewam kir, 40 ciwanên ji pêkhateya kurd û ereb tev lê bûn. Di perwerdeyê de şervanan waneyên bîrdozî û leşkerî standin.

Merasîma bidawîbûna perwerdeyê, bi merasîmeke leşkerî dest pê kir, piştre şervanan sonda parastina herêmê xwar.

Paşê, Koma Şehîd Barîn û Şehîd Gulbuhar stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Her wiha Koma Nûda jî dîlanên folklorîk pêşkêş kirin.

Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA