Xwe ji hovîtiya dagirkeriya tirk rizgar kirin û gihaştin Şehbayê

Ji ber zilm û kiriyarên artêşa tirk û çeteyên wê yên terorîst der heqê şêniyên Efrînê de, 4 malbat ji gundê Beradê piraniya wan kal û pîr û zarok in, di nav çiya û newalan de meşiyan heta ku gihaştin kantona Şehbayê.

Xwe ji hovîtiya dagirkeriya tirk rizgar kirin û gihaştin Şehbayê
Xwe ji hovîtiya dagirkeriya tirk rizgar kirin û gihaştin Şehbayê
Xwe ji hovîtiya dagirkeriya tirk rizgar kirin û gihaştin Şehbayê
20 tîrmeh, 2018   06:58

CAEFER CAFO-ARIF SILÊMAN/ŞEHBA

Beriya çend rojan 4 malbatên ji gundê Beradê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ji ber zilm û kiryarên artêşa tirk û çeteyên wê ku kal û pîr, jin û zarok nas nakin, reviyan û gihaştin Şehbayê. Hejmara wan zêdetirî 30 kesî ye û bi giştî zarok û kal û pîr in.

Şêniyan serpêhatiyên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Welatiyê bi navê E.E. got ku piştî ku artêşa tirk û çeteyên wê êrîşî gundê wan kir, ew neçar man ji gund birevin û berê xwe bidin gundên navçeya Şêrawa. Piştî ku li wir bê cih û xwarin man, neçar man ku vegerin gund.

Di wê navberê de artêşa tirk û çeteyên wê gund dagir kiribû û mal û milkên şêniyên gund dizîn û her wiha kiriyarên xwe yên dijmirovî der heqê şêniyan de zêde kirin.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê K.E. ku bi hevsera xwe ya pîr bi tena serê xwe dijîn, got ku ew piştî rawestandina topbaranê, vegerî mala xwe, lê artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê mala wî û malên 3 kurên wî ji xwe re kiribûn baregeh. Di dawiyê de ew ji mala xwe derketin.

Her wiha K.E. diyar kir çeteyan bi armanca tirsandina şêniyan di nîvê şevê de gule bê ser û ber berdidin û kesên ku li dijî wan disekinin, dikujin.

Welatiyê bi navê M.E. tekez kir ku wan ji ber kiryar û binpêkirinên artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê nikarîbû li gund bijî. Lewre tevî 4 malbatan ku piraniya wan zarok û kal û pîr bûn, ji gund reviyan û di nav çiya û newalan re meşiyan. Her wiha M.E. da zanîn ku meşa wan pir zehmet bû.

Hêjayî gotinê ye ku piştî 3 mehan ji dagirkirina artêşa tirk a Efrînê û ji ber kiryarên artêşa tirk û çeteyên wê der heqê sivîlan de, gelek şêniyên Efrînê berê xwe didin Şehbayê.

(şx/ew)

ANHA