Salih Muslim gotegotên têkildarî hevdîtina bi Bûseyna Şaban re derewandin

Salih Muslim der barê gotegotên li ser hevdîtina wî bi şêwirmenda çapemiya Qesera Cimhûrî ya Sûriyeyê Bûseyna Şaban re derewandin û got ku ev yek ji rastiyê dûr e.

Salih Muslim gotegotên têkildarî hevdîtina bi Bûseyna Şaban re derewandin
18 tîrmeh, 2018   12:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Salih Muslim li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê gotegotên ku hindek dezgehên çapemeniyê ragihand ku Salih Muslim bi şêwirmenda çapemeniyê ya Sûriyeyê ya Qesera Cimhûrî Bûseya Şaban re hevdîtin pêk aniye, derewand.

Salih Muslim li ser hesabê xwe wiha got: "Gelek dezgehên çapemeniyê got ku min bi Bûseya Şaban re hevdîtin pêk aniye. Ez vê yekê red dikim. Ez tekez dikim ku heger tiştên bi vî rengî çêbin rêveberiya me vê yekê tu carî ji raya giştî venaşêre. Hemû gotegotên ku têne gotin, ji rastiyê dûr in."

(bx/ew)

ANHA