Şertê hûsiyan beranberî radestkirina bendera El-Hudeyda

Rêberê hûsiyan Ebdulmelek El-Hûsî ji bo ku benderê radestî Neteweyên Yekbûyî bikin, şert kir ku Koalîsyona Erebî êrîşa xwe ya li ser bajarê El-Hudeyda rawestîne.

Şertê hûsiyan beranberî radestkirina bendera El-Hudeyda
18 tîrmeh, 2018   12:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê hûsiyan Ebdulmelek El-Hûsî diyar kir ku ji bo bendera sereke ya El-Hudeyda radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) bikin, şert kir ku hêzên Yemenê yên piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî digirin ku Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike, êrîşa xwe ya li ser El-Hudeyda rawestîne.

Daxuyaniya El-Hûsî di rojnameya Le Figaro ya fransî de cih girt. El-Hûsî ev tişt anî ziman: "Me ji nûnerê NY’yê Martin Griffiths re got ku em rola kesên birûmet û rola lojistîk ku NY di benderê de dixwazin pêk bînin, red nakin. Lê şertê me ew e ku êrîşa koalîsyonê ya li ser bendera li ser Deryaya Sor were rawestandin."