‘Navendîbûn sedema aloziya Sûriyeyê ye’

Kesayet, siyasetmedar û endamên opozîsyonê yên tev li Foruma Danûstandinê ya Sûrî-Sûrî  bûn ku îro li Girê Spî tê lidarxistin, di beşa yekem a forumê de ku bi navê "Bingeha dîrokî û aloziya Sûriyeyê" pêk hat, tekez kirin ku siyasetên ku rêjîma Baas bi feraseta yek al û yek netewe dimeşîne, bû sedema ku aloziya Sûriyeyê ber bi aloziyeke mezintir ve biçe. Beşdaran her wiha destnîşan kir ku pêkan e ku sîstema nenavendî bibe sedema derxistina Sûriyeyê ji aloziya heyî.

‘Navendîbûn sedema aloziya Sûriyeyê ye’
‘Navendîbûn sedema aloziya Sûriyeyê ye’
‘Navendîbûn sedema aloziya Sûriyeyê ye’
‘Navendîbûn sedema aloziya Sûriyeyê ye’
‘Navendîbûn sedema aloziya Sûriyeyê ye’
‘Navendîbûn sedema aloziya Sûriyeyê ye’
‘Navendîbûn sedema aloziya Sûriyeyê ye’
‘Navendîbûn sedema aloziya Sûriyeyê ye’
‘Navendîbûn sedema aloziya Sûriyeyê ye’
18 tîrmeh, 2018   12:43

GIRÊ SPÎ

Foruma Danûstandinê ya Sûrî-Sûrî îro di saetên sibê de li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî (Til Ebyed) bi beşdarbûna hejmareke berfireh ji kesayetên siyasî û muxalîfên ji gelek bajarên cuda û herêmên Sûriyeyê bi dirûşma "Danûstandina Sûrî-Sûrî hevdîtina avaker e" pêk hat.

Di beşê yekem a forumê de ku bi navê "Bingeha dîrokî û aloziya Sûriyeyê" hate lidarxistin, beşdaran nêrînên xwe pêşkêş kirin. Yasmîn El-Eyniye, Şîfai Sewan, Îlham Ehmed, Foza Yûsif, Adil El-Hadî, Mejdolîn Hesen, Xelef Dahok û Ensaf Silêtîn nêrînên xwe pêşkêş kirin.

Yasmîn El-Eyniye û Şîfai Sewan di axaftinên xwe de diyar kir ku li Sûriyeya yekbûyî ya pirreng ku bi çanda xwe dewlemend e, di encama kombûna hin mijaran li ser hev, alozî pêk hat. Ji wan mijaran nebûna partiyên siyasî û nezaniya aliyên din, her wiha tunebûna pirrengiyê û yekrengî desthilatdariyê digire destê xwe, ev ji ber partiya yekbûyî ya navendî hakim bû, pêk hat.

Di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kirin ku divê hemû welatî li ser rengekî hevbeş û wekhev kar û xebatên xwe bidin meşandin.

‘Sîstema heyî dibe sedema aloziyê’

Îlham Ehmed jî di axaftina xwe de li ser hin xalên ku dibin sedema nakokiyên aliyan axivî û wiha got: "Gelo em hemû yek nêrîn in ku sîstema navendî dibe sedema aloziya heyî ya Sûriyeyê, her wiha divê Sûriyeya nû bibe nenavendî û demokratîk. Sîstema yekreng ku ji yek aliyî ve dihate birêvebirin û sîstema ku aborî di destê yek partiyê de, her wiha aboriya herêmê xistin destê xwe.

Adil El-Hadî jî di axaftina xwe de got ku sîstema desthilatdar ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve  dest pê kir û dest bi kuştina sivîlan kir û wiha dom kir: "Her wiha rê li ber gelê Sûriyeyê da girtin ku welatê xwe ava bikin. Dewlet erka xwe tenê bi desthilatdariyê dikir, ev yek bû sedema ku rewşenbîrên Sûriyeyê û hemû pêkhateyên din nikaribin tiştekî bikin. Hemû rexne hatin paşguhkirin, hîn jî di vê rewşê de ne."

‘Netewedewlet pirrengiya civakê înkar dike’

Foza Yûsif jî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Sûriyeya beşek ji Rojhilata Navîn e, gelek zehmetî û zordarî ji kiryar û siyasetên lê hatin meşandin, kişandin. Dewleta neteweyî ku di sedsala 20'an de hate avakirin, bû sedema aloziya ku niha li herêmê pêk tê. Netewedewlet li ser esasê înkar û redkirina pirrengiya di nava civakê de hatiye avakirin. Hîmên wê yek netewe, yek al û yek ol e, ev jî dibe sedema aloziya herêmê kûrtir bibe, ji ber ku li ser esasê dîktatoriyê hatiye avakirin. Em hemû li ser vê erdnîgariyê dijîn, lê em heta niha nebûne xwedanê welatekî. Sûriyê ne bûbû welatekî hevbeş ji bo hemû pêkhateyên xwe. Ji mafê hemû mirovan e ku beşdarî nasnameya xwe ya Sûriyeyê bibin. Li Sûriyeyê nasname bûye kujer."

‘Rêjîmê rêya ku aloziyê çareser bike, peyda nekiriye’

Mejdolîn Hesen jî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Bandora tayîfiyetê li ser vê şoreşa me çêbû. Kiryarên rêjîma Sûriyeyê li kolanê gelê Sûriyeyê gihand rewşa karesatê, hîn jî rêjîma Sûriyeyê rêya ku vê aloziyê çareser bike peyda nekiriye."

Xelef Dahûd jî der barê mijarê de ev tişt anî ziman: "Pêşbirkeke dîrokî heye, divê balê bikêşin ser wê, hebûna Rûsyayê dibêjin ku rewa ya, ev yek diyar dike ku îtîfaq di navbera wan de hene, pêşniyarên din hene ku divê pêk werin."

Ensaf Selatîn jî tekez kir ku di aloziya Sûriyeyê de 2 reng hene û wiha dom kir: "Du aliyên çalak hene, her wiha 2 beşên mezin di kolana Sûriyeyê de hene, me beşdariya çalak li ser erdê nedîtiye. Me nebihîstiye ku kolana Sûriyeyê nîqaş ji bo daxwazên kongreyê pêk hatine."

ANHA