Çima 'rêya mirinê' ye!

Di çerxerêya Til Tewîl de bi rengekê rojane qezayên trafîkê pêk tên û dibe sedama bi ku welatî jiyana xwe ji dest bidin. Welatiyên herêmê navê wê rêyê kiriye "rêya mirinê" û welatiyan banga çareseriyê kir lê şaredarî û trafîk der barê mijarê de bersivê nadin.

 Çima 'rêya mirinê' ye!
 Çima 'rêya mirinê' ye!
 Çima 'rêya mirinê' ye!
18 tîrmeh, 2018   08:56

SOZDAR XELÎL - OLVA HAC MENSOR / HESEKÊ

Sûka Sewalan a Hesekê li rojhilatê bajarokê Til Tewîl ê bakurê bajarê Hesekê dikeve. Rojane bi sedan welatî û xwediyên sewalan berê xwe didin wê sûkê, lewma ew neçar dibin ku di Çerxerêya Til Tewîl (rêyek diçe bajarokê Til Tewîl û yek ser dikeve ser rêya otstrad di navbera Hesekê û Qamişlo de) re kamyonên mezin û hejmareke zêde trimpêl bi lez derbas dibin. Ji ber ku afîşên trafîkê nîn in û benên taybet nîn in, qezayên trafîkê pir li wê çerxerêyê pêk tên. Di encamê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar dibin, her wiha ziyanên mezin di erebeyên welatiyan de çêdibin.

Der barê mijarê de welatiyan nerazîbûna xwe anî ziman û diyar kir ku karekî biçûk dikare rê li ber ew qas qezayan bigire. Welatiyê bi navê Xelid Ezîz diyar kir ku şaredariyê sererastkirina rê paşguh kiriye û got ku eger rê wisa bimîne gelek welatî dê bi qezayên trafîkê jiyana xwe ji dest bidin.

Ezîz bang li aliyên têkildar kir ku bi baldarî mijarê binirxînin û pirsgirêkê çareser bikin.

Welatiyê bi navê Serdar Mehmûd jî der barê mijarê de wiha got: "Me navê vê kiriye 'rêya mirinê', ji ber ku rojane qezayên trafîkê lê diqewimin. Bi dehan welatî di van salên dawîn de jiyana xwe ji dest daye."

Mehmûd bang li şeradarî û trafîkê kir ku meteban (bendên kêmkirina lezê) li ser vê rêyê çêkin, her wiha afîş û nîşaneyên trafîkê yên rewşa rê ji ajokaran re nîşan bidin, deynin û wiha got: "Di heman demê de banga min ji ajokaran re heye ku leza xwe kêm bikin, da ku rê li ber qezayan bê girtin. Ji ber ku yek ji sedemên sereke yên qezayan leza zêde ya ajotina trimpêlan e."

Me jî wek ANHA der barê mijarê de ji rayedarên Şaredariya Gel û trafîka Hesekê pirs kir û sedema neçareserkirina pirsgirêkê pirsî, lê mixabin der barê mijarê de tu bersiv nedan.

ANHA