Li Reqayê hemleya aşlekirina zarokan didome

Komîteya Tenduristiyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê pêngava duyemîn a hemleya aşlekirina zarokan da destpêkirin.

Li Reqayê hemleya aşlekirina zarokan didome
17 tîrmeh, 2018   14:11

REQA

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo ku zarok bi nexweşiyên sorik û felicê nekevin hemleya aşekirinê dabû destpêkirin. Komîteyê îro pêngava duyemîn a hemleyê da destpêkirin.

Di çarçoveya hemleyê de, tîmên aşlekirinê ku  hejmara wan 30 tîm in, li gelek navendên tenduristiyê yên ku ji aliyê komîteyê ve hatine vekirin zarokên ji temenê 7 meh heta 6 salan aşlekirin.

Serokê Komîteya Tenduristiyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Ehmed Îsamîl ji ajansa me re axivî û diyar kir ku armanca hemleyê parastina tenduristiya zarokan e û her wiha piştî hejmarek zarok bi nexweşiya sorikê miri bûn hemle dane destpêkirin. Ehmed anî ziman ku hemleyên aşlekirinê berdewam bikin

Tê payîn ku hemle heta 26 vê mehê bidome.

(şx)

ANHA