Şaredariya Dêrikê dest bi sererastkirina riyan kir

Şardariya Gel a Dêrikê hemleya sererastkirina riyan da destpê kirin.

Şaredariya Dêrikê dest bi sererastkirina riyan kir
17 tîrmeh, 2018   13:44

QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Dêrikê di çarçoveya pilansaziya îsal de, ku hemû riyên sereke û yên di nava kolanan de yên xirabkirî werin serersatkirin, hemleya qîrkirina riyan da destpêkirin.

Hemleya sererastkirina riyan ji kolana Kornêş destpê kir û dê hemû riyên ku zirar dîtine werin sererastkirin.

Endamê Şaredariyê Hisên Mihemed ku li ser projeya sererastkirina riyan disekine anî ziman ku şênî ji ber xirabûna rê astengî dikişandin û sererastkirina riyan di pilansaziya şaredariyê de ye.

Hisên Mihemed diyar kir ku hemle berdewam e ta hemû riyên zirar dîtine werin sereratkirin.

Welatiyê bi navê Xebat Ebdullah spasiya şaredariyê kir û got ku hemle gaveke serkeftî bû. Xebat her wiha hêvî kir ku şaredarî daxwazên welatiyan bi cih bîne û mîna van projeyan berdewam bike.

Silêman Temê yek ji welatiyên bajarê Dêrikê ye destnîşan kir ku jî spasiya şaredariyê kir û daxwaz kir projeyên bi vî rengî berdewam bike.

(bb)

ANHA