Li Til Hemîsê madeyên demborî hatin girtin

Li navçeya Til Hemîsê Komîteya Zimhêrê gelek madeyên demborî îmha kirin.

Li Til Hemîsê madeyên demborî hatin girtin
Li Til Hemîsê madeyên demborî hatin girtin
Li Til Hemîsê madeyên demborî hatin girtin
Li Til Hemîsê madeyên demborî hatin girtin
17 tîrmeh, 2018   09:03

QAMIŞLO

Li navçeya Til Hemîs a Qamişloyê Komîteya Zimhêrê di gera xwe ya di nava sûkên navçeyê de gelek madeyên demborî girtin.

Komîteyê madeyên demborî li derveyî bajar şewitandin. Madeyên ku hatin girtin wiha ne: Nîsk, helwa, mireba, maqirne, endomî, macî, biskuvî û ava bacanan.

Li gorî hevserokê Komîteya Zabîteyan a Zimhêrê ya Şaredariya Gel a Til Hemîsê Rayid El-Hisên ew li hemû sûkên navçeyê geriyan û madeyên demborî girtin û li derveyî navçeyê şewitandin.

(bx/ew)

ANHA