Rojevên sereke yên rojnameyên ereban

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de bal kişand ser dijwariya şerê li Başûrê Sûriyeyê û got ku hêzên rêjîmê Girê Til El-Hara yê bi ser Golanê ve girt. Rojnameyan her wiha bal kişand ser rewşa Iraqê û civîna li Helsînkiyê ku di navbera Trump û Pûtîn de pêk hat.

Rojevên sereke yên rojnameyên ereban
17 tîrmeh, 2018   09:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rûpelên xwe yên vê sibê de bal kişand ser şerê başûrê Sûriyeyê û pêşketina ku hêzên rêjîmê bi dest xistine. Rojnameyan her wiha bal kişand ser hewldanên Meclisa Sûriya Demokratîk a ji bo avakirina rêveberiyeke koordînekirî ya li herêmên bakurê rojhilatê Sûriyeyê, her wiha çalakiyên gel ên li Iraqê û civîna bilind ku di navbera Pûtîn û Trump de pêk hatiye.

Sûriye

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat der barê mijarê de sernavê "Rûsya ji ezmanê Îsraîlê başûrê Sûriyeyê bombebaran dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çavkaniyên opozîsyonê duh diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê di bombebarana herêma di navbera Deraa û Quneytera yên başûrê Sûriyeyê de ji ezmanê Îsraîlê ve bombebaran kir û wiha dom kir: "Hêzên rêjîmê di hefteyên derbasbûyî de hewl da tevahiya parêzgeha Deraa bi dest bixe, paşê jî herêma Quneytera ya nêzî wê li başûr, hîn jî li wê herêmê komên çekdar ên opozîsyonê û DAIŞ’ê hene.

Rojnameya El-Heyat jî der barê mijarê de sernavê "Şam hebûna xwe li başûr berfireh dike" avêt. Rojnameyê diyar kir ku hêzên rêjîmê duh lez da xwe ku sînorê başûr bi temamî bigire û wiha dom kir: "Topbaran û bombebarana xwe ya li ser Quneytera jî zêde kir. Hêzên rêjîmê girekî stratejîk ku bi ser Golanê ve ye, girt. Hêzên rêjîmê duh pêşketinek baş li herêmên başûr bi dest xist, ev pêşketin piştî şer û pevçûnên dijwar pêk hat. Televîzyona fermî ya Sûriyeyê ragihand ku li başûr di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de itîfaq pêk hatine."

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî der barê kongreya MSD'ê de ku duh li bajarê Tebqayê hate lidarxistin, sernavê "Meclisa Sûriya Demokratîk hewl dide rêveberiya bakurê rojhilatê Sûriyeyê ava bike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku sîwana siyasî ya QSD'ê ku kurd rêveberiya wê dikin, roja duşemê hewl da ku rêveberiya yekbûyî ya herêmên ku di bin rêveberiya wan de ye, ava bike û wiha dom kir: "Ev gav dibe ku hebûna wan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hêztir bike. Plana wan ku di kongreya MSD'ê hate sazkirin ku hejmarek rêveberiyên herêmî yên heyî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di bin yek banî de bikin yek. Îlham Ehmed ku yek ji beşdarên serokatiya meclisê ye, der barê mijarê de got ku rêveberiya dê were avakirin, ji bo koordîneya di navbera herêman de ye û ji bo xizmetguzariyê ye, ji ber hin valatî hene. Bi vê yekê jî dê pêdiviyên hemû herêman pêk werin."

Iraq

Rojnameya El-Ereb der barê aloziya Iraqê de sernavê "Çalakiyên gel zextê li Ebadî dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: "Çalakiyên gel ên li başûrê Iraqê ku piraniya şêniyên wê şîa ne, ku li dijî gendeliyê pêk hatin, ketin roja xwe ya dehan û wiha dom kir: "Bi vê yekê jî van çalakiyan giranî li ser serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî çêkiriye."

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî der barê mijarê de sernavê "Iraq: Soz û girtin di rewşa çalakiyan de tê kirin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çalakiyên gel ku li dijî gendelî û bêkariyê têne kirin, bê navber di roja xwe ya dehan de didomin û wiha dom kir: “Hikumeta Iraqê jî bi rêya binçavkirinan û hin sozên sererastkirinê dixwaze pêşiya çalakiyan bigire."

Filistîn

Rojnameya El-Quds El-Erebî der barê rewşa Filistînê de sernavê "Zarokên El-Xan El-Ehmer dest ji navbera havînê berdidin û tev li sala xwendinê bûn, ev li dijî biryarên dagirkeran a rûxandina navenda perwerdeyê û dibistanan pêk hat" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku li dijî biryara dagirkeran a rûxandina navenda perwerdeyê û dibistanan ku li El-Xan El-ehmer a Filistînê pêk hat, zarokên Filistînê berê xwe da dibistanan û tev li xwendinê bûn û wiha dom kir: "Xwendevanan dest ji navbera xwe ya havînê berda û berê xwe da dibistanan. Ev gava vegera dibistanan di çarçvoeya hemleya ku Wezareta Perwerdeyê ya Filistînê ragihand de, pêk hat."

Yemen

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat der barê rewşa Yemenê de sernavê "Hadî soz da ku saeta sifir dest pê bike û tekez kir ku hûsiyan belgeyên xwe hemû xerc kirin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku "Berxwedana Gelêrî" ku bi piştgiriya hêzên Yemenê pêk tê, pêşve diçe û wiha dom kir: "Serokê Yemenê Ebdrebo Mensûr Hadî got ku komên girêdayî Îranê hemû kartên di destê xwe de bi kar anîn û beranberî hêzên wan nikarîbû tiştekî pêk bînin. Mensûr her wiha got ku ew xwe ji saeta sifir re amade dike."

Lubnan

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Lubnanê de sernavê "Ewn mijarên destûr û vekişîna erkdarkirina Herîrî ya avakirina hikumetê nîqaş dike" avêt.

Civîna Trump û û Pûtîn

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de bal kişand ser civîna Pûtîn û Trump û wiha got: "Civîna Helsînkî... Destpêka danûstandinên tengkirina nakokiyan e" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got civîna Helsînkî ku duh hate lidarxistin, tu tiştên taybet bi xwe re neanî û wiha dom kir: "Lê nameyeke zelal der barê destpêkirina danûstandinan de di navbera Amerîka-Rûsya de hate kirin da ku nakokiyên di navbera her du aliyan de teng bikin.

Rojnameya El-Ereb jî der barê mijarê de sernavê "Trump û Pûtîn der barê dosyayên Sûriyeyê û Îranê de li hev kir" avêt. Rojanemeyê got ku serokê Amerîkayê û Rûsyayê di civîna çapemeniyê de got ku di navbera wan de nîqaşên girîng pêk hatin, di civîna wan de jî nîqaşên der barê mijarên din de jî hatin kirin."