HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ji ber êrîşa hewayî ya 14'ê Tîrmehê gerîlayên bi navê Delîl, Hamza û Zanyar li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne.

HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
17 tîrmeh, 2018   08:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"TC a dagirker ku li Kurdistanê di şerê topyekûn de li hemberî hêzên me yên gerîla dike nake nikare bi ser bikeve, bi hemû derfetên dewletê êrîş dike. Dijminê dagirker ev 3 sal in di êrîşên xwe de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê teknîk û bombeyên ku di şerê navbera dewletan de tên bikaranîn, li dijî hêzên me yên gerîla bi kar tîne. Tevî vê yekê jî dewleta TC a dagirker li hemberî gerîlayên Kurdistanê nikare encama dixwaze bi dest bixe, lewma dîn û har dibe û hîn bi hovane êrîş dike. Hêzên dagirker ên ji bejahî ve nikarin li dijî hêzên me yên gerîla şer bikin, hewl didin bi êrîşên hewayî encamekê bi dest bixin. Ji ber êrîşên hewayî 14'ê Tîrmehê li gundê Sîda yê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalên me Delîl Karakoçan, Zanyar Tendurek û Hamza Têkoşîn şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

*****

Nasnav: Delîl Karakoçan

Nav paşnav: Hasan Çakmak

Cihê jidayikbûnê: Xarpêt

Navê dayîkê: Kîbar

Navê bav: Ezîz

Cih û dîroka şehadetê: 14'ê Tîrmeha 2018'an / Herêmê Parastinê yên Medyayê

*****

Nasnav: Hamza Têkoşîn

Nav paşnav: Salar Ahmet Xalit

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Navê dayîkê: Şadiye

Navê bav: Ahmet

Cih û dîroka şehadetê: 14'ê Tîrmeha 2018'an / Herêmê Parastinê yên Medyayê

*****

Nasnav: Zanyar Tendurek

Nav paşnav: Mucahît Kaya

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayîkê: Husniye

Navê bav: Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: 14'ê Tîrmeha 2018'an / Herêmê Parastinê yên Medyayê