Zeviyên pembo li ber metirsiyê ne

Ji ber rewşa hawayê ya nebaş, kurmên pembo di nav berhemên pembo de belav bûn. Rêjeya zirarên ku ji ber kurmên pembo pêk hatiye,  ji sedî 50 derbas kir. Cotkar ditirsin ku hemû hilberîna wan telef bibe.

Zeviyên pembo li ber metirsiyê ne
Zeviyên pembo li ber metirsiyê ne
Zeviyên pembo li ber metirsiyê ne
Zeviyên pembo li ber metirsiyê ne
Zeviyên pembo li ber metirsiyê ne
Zeviyên pembo li ber metirsiyê ne
Zeviyên pembo li ber metirsiyê ne
Zeviyên pembo li ber metirsiyê ne
Zeviyên pembo li ber metirsiyê ne
Zeviyên pembo li ber metirsiyê ne
17 tîrmeh, 2018   07:31

EHMED EL-KEMIYAN-MUID SELÛM/GIRÊ SPÎ

Li gorî cotkaran hilberîna pembo ya îsal li kantona Girê Spî di asteke herî kêm de ye. Ew jî ji ber sedema belavbûna nexweşiyan di nav berheman de ye.

Rêjeya zirarê gihaşt ji sedî  50 û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê dermanên kurman heta 15 rojan li ser berheman bên belavkirin.

Lêçûna giştî ya reşandina dermanên kurman ji bo hektarekê digihîje hezar û 25 lîreyan. Buhabûna lêçûna dermankirinê, li ber cotkaran bû asteng.

Girêdayî mijarê her du cotkarên bi navên Ibrahîm El-Hemûd û Xelef El-Ehmed, got ku tevî buhabûna avdanê û dirêjkirina kanalên avdanê li ser berava Çemê El-Belîx ew di nav deynan de man e. Niha tu hêza wan ji bo xerckirinê nemaye û her wiha ji ber telefbûna hilberînan dê cotkar kêşeyek aborî ku bi salan jê xelas nebe, bikişînin.

Cotkaran bang li aliyên têkildar û Desteya Çandiniyê ya Girê Spî kir ku alîkariya lezgîn ji wan re pêşkêş bikin û pirsgirêkê çareser bikin.

Di nîvê meha Nîsanê de pembo tê çandin. Hilberîn bi baldarî û bi awayekî asayî heta 4 mehan tê xizmetkirin. Demsala hilberînên pembo girîngtirîn hiberînên herêmê ye û her wiha bi sedan derfetên kar ji bo şêniyan peyda dike.

Li gorî endezyarên çandiniyê, navê zanyarî yê kurmên pembo; ‘kurmên behîvan ên bi strî’ ye. Sedema bingehîn ji belabûna wê rewşa hawayê ye. Kurm di nav serma û germahiya zêde de dikare bijî.

Li gorî pisporan dewreya jiyana kurman heta 15 rojan berdewam dike, tê de 200-3500 hêkan dike. Piştre hêk dibin yereqa û paşê kurmên kamil.

Endamê rêveber ê Komîteya Çandiniyê ya Eyn Îsa Ehmed Hesen got ku tunebûna tovê kurman ên parastî li herêmê dibe sedema belavbûna kurmiyên pemboyê.

Hesen destnîşan kir ku ji ber talankirina komên terorîst alavên tovê û tunebûna cureyên dermanên li dijî kurman û kirîna dermanên biyanî û tirkî yên ku kurman nekuje, bûn sedema aloziya heyî.

Hesen dibêje ku ew wek Komîteya Çandiniyê di vê demê de nikarin tu alîkariyê ji cotkaran re bikin, ji ber tunebûna tovên baş û ji ber talankirina Navenda Lêkolînan a Sûrî.

(şx/ew)

ANHA