Xirabbûna dînamoya avê bandorek neyînî li çandiniyê kir

Xirabbûna dînamoyê avê li navçeya Eyn Îsa bû sedem ku bi hezaran hektarên çandiniyê bê av bimînin û vê yekê jî rêjeya hilberînên çandiniyê li herêmê kêm kir.

17 tîrmeh, 2018   06:55

TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Motora avhilmij a Tel El-Simin ji girîngtirîn kanalên avdanê ye ku ava wê ji kanala avdanê ya El-Belîx tê. Motor bi ceyrana îstasyona El-Frosiyê dixebite.

Îstasyon ji 6 boriyên ku her yek ji wan 1metre sêgoşe av diavêje û bi riya 2 veguhêzerên ku bi ceyranê dixebtin, pêk tê.

Motora avhilmijê 16 hezar hiktar erdên çandiniyê ava dide û her wiha av dide 2 îstasyonên ava vexwarinê yên navçeya Eyn Îsa.

Motora avhimijê beriya sal û nîvekê ji aliya çeteyên DAIŞ'ê hatibû wêrankirin. Bi xirabbûna motorê re, çandinî li herêmê rawestiya. Ji ber ku motor bi hezarn hektarên erd bi rêya kanalan av dida.  

Girêdayî mijarê cotkarê bi navê Ibrahîm El-Hemûd got ku piraniya şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê dikin. Bi rawestandina motora avhilmijê ya Til El-Simin re, çandinî li herêmê ji bilî erdên li berava çemê El-Belîx sekinî.

Ji aliyê xwe ve Elî El-Amic ê ji gundewarên Eyn Îsa ye, got ku piştî xirabbûna motora avhilmijê ya Til El-Siminê wan ji sehrîjan bi buhayê hezar lîrayên Sûriyeyê ji her hezar lître av re dikirin û ew jî ji ber rewşa havînê û zêdebûna bikaranînê têra 48 saetan nake.

Cotkar û şêniyên herêmê bang li aliyên têkildar kir ku ji bo çareserkirina pirsgrêkên çandiniyê û peydakirina ava vexwarinê, motorê sererast bikin.

Endamê Rêveber ê Komîteya Aborî a navçeya Eyn Îsa Salih El-Xidir destnîşan kir ku ew bi rêxistinan re ji bo sererastkirina motorê koordîne dikin. Salih diyar kir ku lêçûna giştî ya sererastkirina motorê zêdetirî 50 milyon lîra ye û dê çareseriyê ji pirsgirêkê re bibînin.

 (şx)

ANHA