Li navenda çandê ya Mihemed Şêxo du fîlim hatin pêşkêşkirin

Îro li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo kurtefîlmê "Nigaş" û fîlmê "Darên bi tenê" ku lîstikvanên wê şargirtinên Akademiya Şehîd Yekta Herekol in, hatin pêşkêşkirin.

Li navenda çandê ya Mihemed Şêxo du fîlim hatin pêşkêşkirin
Li navenda çandê ya Mihemed Şêxo du fîlim hatin pêşkêşkirin
Li navenda çandê ya Mihemed Şêxo du fîlim hatin pêşkêşkirin
16 tîrmeh, 2018   19:23

QAMIŞLO

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Komîna Filîm Rojava, îro danê êvarê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kurtefîlmê "Nigaş" û fîlmê "Darên bi tenê" ku lîstikvanên wê şargirtinên Akademiya Şehîd Yekta Herekol e, hatin pêşkêş kirin.

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo temaşekirinê berê xwe dane navendê.

Navaroka fîlimê "Darê bi tenê" li ser berxwedaniya dengbêjan e, her wiha fîlimê "Nigaş" jî behsa xeyalên kesekî kor dike.

Fîlimê "Darên bi tenê" ku derhênerê wê Şêro Xindê ye di nava 4 salan de hat amedekirin. Fîlm li ser dengbjên Kurd, Aşûrî û Ereb ên Rojavayê Kurdistanê ye.

Şero Xindê armanca fîlim anî ziman û wiha got; “ Li dijî qirkirin û asîmîlekirina çand û hunerê dengbêj li berxwe didin. Jiyana hevbeş di nava dengbêjên Rojavayê Kurdistanê de jî heye. Hêzên dagirker bi salan xwestin ku çanda dengbêjiyê tune bikin. Dengbêjî berxwedanê ye.”

Kurtefîlmê "Nigaş" di nava mehekê de hat amedekirin. Lîstikvanên fîlim; Xelîl Hesen û Zelîxa Xelîl ne. Mijara kurtêfîlm jiyana kesekî kor e. Xeyalê wî kesî ew ku li pêşberî bi hezaran kesî li kemanê bide. Rastiya veşartî dema ku çepîkên dayîka xwe dibihîsê derdikeve holê.

Derhenêrê fîlimê "Nîgaş" Denîz Derwîş diyar kir ku rihê dayîkbûnê di hemû milên jiyanî de derdikeve holê û wiha pê da çû; “Çîroka kurtefîlim zêdetirî cudabûna di navbera rastî û xeyalê de bû. Zindîbûna rihên dayîka derket pêş.”

(mk)

ANHA